QSD’ê derbarê êrîşên li dijî Eyn Îsayê daxuyanî da

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêş çavê Rûsyaya garantor êrîşî Eyn Îsayê kiriye. QSD’ê diyar kir ku ew ji ber vê rewşê bi guman in.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê êrîşên li ser Eyn Îsayê daxuyanî da.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Artêşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên bi navê Artêşa El-Wetenî êrişeke dijwar li dijî bajarokê Eyn Îsayê kirin. Hêzên dagirker ji sê aliyan ve bi topavêj û balafiran êrîş kirin. Hêzên me li dagirkeran û li qadê şerekî giran didome.

Ev êriş li pêş çavên hêzên Rûsyayê pêk hatin û tu tevgerên rawestandina van êrişên bêserûber negirtin. Tevî wê jî ew weke garantorê agirbestê li wir hene.

Paşguhkirina hêzên Rûsyayê der heqê van êrişan û nepêkanîna rola garantor de, gelek gûmanan li gel hêzên me çêdike ku, ne li gor rola Rûsyayê ya garantor di çareseriya siyasî li tevahî Sûriyê de ye.”