Li Minbicê şaneya DAÎŞ’ê hate girtin

Yekîneyên Antî Terorê yên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, şaneya DAÎŞ’ê ya dama malbatên DAÎŞ’ê yên li Kampa Holê direvandin Tirkiyeyê hate girtin.

Buroya Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek da, ragihand: "Yekîneyên Antî Teror piştî xebatên şopandin û komkirina agahiyan şaneyek girt. Şane, çeteyên DAÎŞ‘ê yên li kampa Holê direvandin û derbasî Tirkiyê yan jî herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de dikirin."

Buroyê diyar kir ku endamên şaneyê dema hewl didan 6 jinên DAIŞ‘î û çeteyekî din ku di şerê li gel çeteyên DAÎŞ‘ê de li Dêra Zorê birîndar bibû ji kampa Holê ber bi herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê ve birevînin hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyê Buroya Ragihandinê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di mukirhatinên endamê şaneyê "Ebû Nacî" de ku fermandarê çeteyên Ehrar El-Şam li herêmên bi din serweriya çeteyên "Mertala Firatê"de ye "Ev şane bi fermana Tirkiyê hatiye avakirin, erka wê revandina endamên DAÎŞ û malbatên wan ber bi herêmên di bin serweriya Tirkiyê de ye."

Çete "Ebû Nacî" li xwe mikur hat ku wî gelek teqîn li bajarên Minbic û Hesekê pêk anîne ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûne.