QSD: Serçete jî di nav de 25 çete hatin girtin
QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di encama operasyonên an ên taybet li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de serçete jî di nav de 25 çete hatine girtin.
QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di encama operasyonên an ên taybet li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de serçete jî di nav de 25 çete hatine girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di oparasyonên hêzên wan ên taybet li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de 25 çete girtin.
QSD’ê ev agahî da: “Di dem û dîrokên cuda de ji aliyê hêzên me yên Ewlekarî ve di operasyonên li dijî DAÎŞ û şaneyên wê yên veşartî hatin pêkanîn de, bi tevahî 25 çete hatin girtin.
Di operasyona ku ji aliyê hêzên me yên Ewlekarî ve hatî pêkanîn de endam û serçeteyê DAÎŞ’ê yê bi navê Erkan Hisên (Mihemed Salih el-Elî) ku bi erka berpirsiya dîlên koma çete ve radibû hate girtin.
Di navbera rojên 15-22’ê Mijdara 2019’an de operasyonek taybet li dijî şaneyên veşartî û endamên DAÎŞ’ê yên li herêma Dêra Zorê hat encamdan. Di encamê de 21 çete hatin girtin. 2 çeteyên ku xwastin êrîş bikin jî hatin kuştin.
Serçeteyek ku xwe di kampa Holê de vedişart û ji teqînên li Hesekê berpirs bû hate girtin.
Di roja 28’ê Cotmehê 2019’ an de ji alî Yekineyên Antî Teror (YAT) ve operasyonek hat encamdayîn. 2 çeteyên berpirs ên ji êrîşa teqîna ku beriya niha li ser zindana Hesekê hatibû kirin, hatin girtin.