Girtina mamoste Zehra hate şermezarkirin-NÛ BÛ

Li Dirbêsiyê bi sedan kesên daketin qadan, girtinê mamosteyê zimanê Kurdî Zehra Mihemedî ya ji aliyê rejîma Îranê protesto kirin.

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina girtina mamosteya zimanê Kurdî Zehra Mihemedî ya ji aliyê rejîma Îranî ve çalakiyek orgenîze kir.

Meş ji ber Navenda Ciwanan a navçeyê destpê kir û di nav kolanên navçeyê yên sereke de meşiyan. Şagirt û mamsoteyan pankratên bi nivîsên ku bu 4 zimanan Erebî, Kurdî, Soranî û Inglîzî hatine nivîsîn `Em zimanê xwe diparêzin`, `Ziman beden e û çand beden e wan biparêzin` hildan û dirûşmên şermezarkirina girtina Zehra Mihemedî berz kirin.

Meş li ber Çarxerêya Xemgîn li navenda navçeyê rawestî. Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Komîteya Dibistanan Sozdar Mihemed daxuyaniyek ji raya giştî re xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Ziman nasnameya gelan û civakê ye. Dijminên gelê Kurd her tim şerê zimanê wan kir bi armanca nasname û çanda wan biçewisînin. Lewra bi tevahiya rêbazan hewl didin zimanê wî qir bikin. Lê ji bo parastina zimanê xwe yê zikmakî û fêrkirina wê ji zarokan re em ê şerê dijminan bikin."

Her wiha di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku mamoste Zehra Mihemedî di dibistanên Îranê de perwerdeyê dide. Xwest zarokên Kurdan fêrî zimanê wan ê zikmakî bike. Lê rejîma Îranê ew girt avête girtîgehê.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em mamosteyên navçeya Dirbêsiyê bang li rêxistinên navdewletî û mirovî dikin ku rê li pêşiya sûcên rejîma Îranî bigirin."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina biryara îranî û teqezkirina berdewama têkoşînê bi dawî bû.