Qetlîamên dewleta Tirk hate şermezarkirin

Bi sedan kes ên li Kobanê daketin qadan, bi çalakiyekê qetlîamên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Ji bo şermezarkirina vê komkujiya 20’ê Mijdarê ya li gundê Qirinful a ya Girê Spî ku 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, bi sedan şêniyên bajarê Kobanê li Qada Jinan a Azad xwepêşandan lidar xist.

Xwepêşandêran, wêneyên sivîlan û ji nav jî yên zarokan ku di êrîşên dewleta Tirk de birîndar bûne û pankartên bi nivîsên "Dewleta Tirk a dagirker sivîlan li pêş çav û guhên cîhanê li Serêkaniyê bi çekên qedexekirî dikuje" û "Bêdeniya navdewletî der heqê sûcên dewleta Tirk a dagirker ku bi mafên sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne de, piştrastkirina hevkarên wê ye" hildan.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Enwer Mislim got, dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne û dewletên Ewropayê jî binpêkirinên li Bakurê Sûiyê rû didin, dizanin û bal nakişîne li ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne.

Xwepêşandan bi diruşmên redkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û piştevaniya Berxwedana Rûmetê ku şêniyên herêmê û şervanên wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin, bi dawî bû.