Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê veşartin

Bi tevlîbûna bi hezaran kesî cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dirêkê cenazeyên şehîdên Berxwedana QSD‘ê, Bêrîvan Hisên (Şiyan Sebrî), Şîlan Hedad (Binefş Cûdî), Baran Yelmaz (Devrem), Nalîn Îbrahîm (Ronahî Mardîn), şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Xetlo bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Girseya gel cenazeyê şehîdan ji nexweşxaneya şehîd Hogir wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrikê ve bi rê ketin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Gel bi dîrok û çanda xwe tê naskirin. Gelê Kurd bi exlaq, nirx û kevneşopiya xwe tê naskirin û ji bo parastina tevahî mirovahiyê berdêlên giran dane û şehîd bûne."

Hiso anî ziman ku xeta sêyemîn a ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bejirandine bi saya keda şehîdan û berxwedana şervanan bi serket. Xerîb Hiso banga hevgirtinê û xurtkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriyê kir.

Ji eniyên Berxwedana Rûmetê fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Dilgeş Til Temirê bi rêya telefonê di merasîmê de axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku wê tola şehîdan hilînin.

Dilgeş bang li dayikên şehîdan kirin ku di merasîmê de dirûşmeyan berz bikin û tilîliyan bavêjin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Malbatên şehîdan diyar kirin ku wê xeta şehîdan bişopînin.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.