QSD’ê bîlançoya êrîşên 24 saetên dawî ragihand

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya êrîşên 24 saetên dawî ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratatîk (QSD) têkildarî şer û berxwedaniya 24 saetên dawî ango roja 47’emîn a ‘Berxwedana Rûmetê’ daxuyaniyek nivîskî weşand.

QSD’ê got; “Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve, di çarçoveya berfirehkirina tevgera xwe yê dagirkirina herêmê de êrîşên xwe yên nu her wiha bi plankirî bê navber berdewam dikin.

TIL TEMIR

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete ji bejahî ve bi piştgiriya tang, top û çekên giran de êrîşê çeperên şervanên Meclisa Leşkerî a Suryanî yê li gundê Dawidiyê kirin.

EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve, bi piştgiriya balafirên bêmirov, tang û topan de tevgera xwe ya dagirkirinê û êrîşên xwe didomînin. Her wiha artêşa dagirker bi obisan êrîş birin ser noqeyekî hevbeş a hêzên me û leşkerên artêşa Suriyê.

QIZ ALÎ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya balafirên bêmirov û çekên giran de êrîşek li dar xistin.”