Plana çalakiyan a rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tundiya li jinê û dagirkeriya Tirk wê çalakiyan bikin û bernameya çalakiyên xwe eşkere kir.

Endamên sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dirûşmeya "Na ji tundiyê re, bi berxedana Hevrîn emê dagirkeriyê û faşîzmê hilweşînin" diyar kir. Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyek jî da çapemeniyê. Endamên Kongreya Star, Meclisa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê, Yekitiya Jinên Suryan, Meclisa Sûriya Demokratîk, Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Tevgera Jinên Ciwan, Koordînasyona Jinên Xweseriya Demokratîk  û Jinên Komunîst ên Şoreşger tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Jinan çalakiyên xwe diyarî Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, kir.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê derdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd, bi zimanê erebî ji aliyê berdevka Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Lîna Berekat û bi zimanê suryanî ji aliyê endama Yekitiya Suryan Sofiya Yûsif ve hat xwendin.

Daxuyaniya saziyên jinan a têkildarî 25’ê Mijdarê wiha ye:

 “Xwişkên Mîrabal, 59 sal berê li Komara Domînîkê ji têkoşîna bêhempa ya ku li hemberî dîktatoriya Trujillo dihate meşandin re pêşengtî kir. Nehiştin ku ev dîktatorî jiyana wan û rêgezên wan teslîm bigire. Ji gelên xwe re hîn kirin ku di oxira demokrasî û azadiyê de têkoşîna siyasî û rêxistinî bidin meşandin û dan naskirin ku divê tu carî bes nekin. Piştî mirina wan 6 heyv şûnde, gelên Domînîkê dawî li dîktatoriyê anî. Xwişkên Mîrabal, mirina xwe da ber çavan û ev têkoşîna ku dane meşandin, gihandin armancê. Îro jî ew, li hemû dinyayê  bûn "perperikên" hêvî û baweriya ew jinên ku li hemberî dîktatoriyên faşîst şer dikin. Li hemberî bîranîna Xwişkên Mîrabal ên ku 25'ê Mijdara sala 1960'anbi komployekê hatin qetilkirin û hemû jinên ku jiyana xwe ji bo têkoşîn û azadiyê dane, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Sara, Sêvê û Hevrînên ku di rêya asaleta Xwişkên Mîrabal de meşiyane, bi minet silav dikin.

‘BI BERXWEDANA HEVRÎNAN EM Ê FAŞÎZM Û DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN’                                          

Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû çalakiyên 25'ê Mijdarê yên îsal diyarî hevala xwe ya ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hate qetilkirin sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, hevala xwe ya li hemberî tarîtiya faşîzma dewleta Tirk şer kiriye şervana YPJ'ê Amara Rênas û endama Meclisa Edaletê ya Jinan Dayê Aqîde dikin. Van hevalan  ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  aştiyeke birûmet, yekitiya demokratîk û jiyana hevbeş a wekhev pêk bînin; bi rêgezî û awayeke wêrek têkoşîn kirin. Ew jî, wekî Sarayan ên ku li dijî faşîzma 12'ê Îlonê li ber xwe dan, wekî Sêvêyan li dijî faşîzma Erdogan li ber xwe dan û dîsa wekî Xwişkên Mîrabal ên ku li hemberî dîktatoriya Trujillo serî netewandin û li ber xwe dan. Bûn îspata şoreşa Rojava ya 9 salan ku şoreşa jinan e. Ew bûn qehremanên jiyana birûmet û biratiya gelan. Ji bo rûmet û biratiya gelan mirina xwe jî dane ber çavan. Êdî ew sonda me ya ku em ê teslîmî êrîşkariya dagirker a Erdoganê faşîst nebin. Ji bo bîranîna wan, em ê çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdara îsal bi şiyara "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin" li dar bixin.

Di têkoşîna şoreşa 9 salan de, dijminên herî mezin ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ bi xwe bû. Piştevaniya herî mezin a DAIŞ'ê dîktatoriya faşîst Erdogan e. Ev êrîşên ku 9'ê Cotmeha 2019'an li ser xaka me dest pê kir, hemleya nû vê îtîfaqa kirêt a li dijî şoreşê ye. Armanca wan ew e; şerê ku tundiya herî mezin îfade dike, li ser axa me bidin berdewamkirin. Ev 9 salên herî dawî, em baş dizanin ku faşîzm, dagirkerî û şer tundiya  birêxistinkirî ya ku li ser giştî gelan û jinan didin ferzkirin. Ew jinên ku bi tundiya şexsî re rû bi rû dimînin, berhemên zîhniyeta faşîst in û berhemên ev tundiya birêxistinkirî ne. Encama van tundiya hatine birêxistinkirin;  koçkirin, guhertina demografiyê, hilweşandina ekolojiyê, bêkarî, krîza aborî, xespkirina mafên tenduristiyê û perwerdeyê û îhlalkirina mafên mirovan  îfade dikin. Îro, her cure tundiyê di her kêliya jiyana xwe de, em dibînin. Bi têkoşîneke bêhempa em li ber xwe didin.

‘GELÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DÊ DÎKTATORIYA FAŞÎST A ERDOGAN HILWEŞÎNİN’

Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî şoreşa gel û jinan di 9'ê Cotmeha 2019'an hemleyeke li dijî şoreşê dest pê kir. Em ê li hemberî vê dij-şoreşê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê, ji bo bîranîna Hevrînan modela siyaseta demokratîk , ji bo bîranîna Amarayan xeta parastina cewherî, ji bo bîranîna Dayê Aqîde demokrasî û edaletê bi pêş bixin. Çawa ku gelên Domînikê, ji bo bîranîna Xwişkên Mîrabal dîktatoriya Trujillo hilweşand, wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî jibo bîranîna Hevrînan dîktatoriya faşîst a Erdogan hilweşînin. Em dibêjin: Dagirkerî tundî ye, em ê bi berxwedana Hevrînan faşîzm û dagirkeriyê têk bibin. Em dizanin ku têkoşîna me parçeyek ji têkoşîna ku li hemû aliyên cîhanê yên ku li hemberî dîktatoriya faşîst disekine. Em bi vê têkoşîna ve xurt dibin û wan jî xurt dikin. Ji bo wê jî em ji hemû jinên cîhanê re bang dikin em tekoşîna hiqûqî ya hevbeş bidin meşandin da ku Erdogan ji ber sûcên xwe yên şer bê darizandin. Ji bo têkoşîna me, piştevaniya jinên cîhanê em silav dikin û em bang li wan dikin da ku axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û em têkoşîna xwe xurttir bikin.

Li ser vî esasî, em bang li hemû jinên cîhanê dikin da ku li hemberî tundiya dewletê ya birêxistinkirî, li hemberî faşîzm, mêtingerî û polîtîkayên dagirkirinê û her cure tundiya li ser  jinan tê meşandin, em têkoşîna xwe bilind bikin.”

Bijî şoreşa jinên Rojava.

Bijî yekitiya demokratîk a gelan.

Jin jiyan azadî.”

BERNAMEYA ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ

Di kombûna endamên saziyên jinan de bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan wiha hate diyarkirin:

1-      22’yê heyvê, saet 11.00, daxuyaniya 25’ê Mijdarê dê were xwendin.

2-      23’yê heyvê saet 10.00, munesekiya Jinan a Rêveberiya Xweser-semîner li Salona Zana, 23’yê mehê li heremê Firatê daxuyaniya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dê bê xwendin.

3-      24’ê heyvê, saet 11.00 însiyatifa dengê jina li ber Desteya Jin daxuyaniyê dê bide.

4-      25’ê heyvê, li bajaran meş dê çêbin.

5-      26’ê heyvê, HPC semînerekê dê bide, jinên Serêkaniyê û Kongreya Star bi hev re daxuyaniyê dê bidin.

6-      28’ê heyvê, Munazama Sara li Qamişlo û Weqfa Jina Azad li kampa koçberan dê daxuyaniyekê bidin.

7-      30’ê heyvê Saziya Malbatên Şehîdan dê li goristanên şehîdan daxuyaniyan bidin.

8-      1’ê heyvê Yekitiya Jinên Suryan dê daxuyaniyê bide.

9-      2’yê heyvê Meclisa Bakur û Rojhilata Sûriyê dê piştgiriyê bide YPJ’ê.

10-   3’yê heyvê çalakiya Rêxistina Jinên Ciwan.

11-    4’ê heyvê çalakiya KPC’ê ji bo zarokan.

12-   5’ê heyvê komcivîna Partiya Pêşerojê ya Sûriyê.

13-   6’ê heyvê çalakiya Meclisa Jinan a Edaletê

14-   7’ê mehê çalakiya jinên partiyên siyasî.

15-   9’ê mehê daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyê.

16-   10’ê mehê daxuyaniya Munazama Sara li ser Hevrîn Xelef.