Çîroka yên ku di ber xakê de ketin

Ji wan şervanan ku ji 2012'an ve li Rojava ya ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser heye, berevaniyê li xaka xwe dikin û canê xwe feda dikin, çîrokên berxwedanê man

Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê zaroyên  leheng naskirin ku bi berxwedaniyeke mezin û bi fedekariyê heta dilopa dawî ya xwîna xwe berevanî li xaka xwe kirin. Li gel dê û bavan, hin ji van zaroyên ku van lehengan li pey xwe hiştin, dê û bavên xwe yên ku berevanî li xaka xwe kirin qet nas nekirin. Yek ji van zaroyan jî kurê biçûk ê Şehîd Serhed (Xelef), Serhed (Xelef)ê biçûk e, ku dema bavê wî di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de şehîd bûbû hê nehatibû dinê.

Dayika Xelefê heft rojî Ranya bi girî behsa hevalê xwe yê jiyanê Xelef û wan rojên berxwedanê dike ''Min û Serhed (Xelef) me ji hev hez kir û em zewicîn, ji ber destengiyê ji bêgavî em çûne Başûrê Kurdistanê. Lê Serhed her roj digot ew ê vegere Rojava û li gel hevalên xwe yên YPG'yî wê berevaniyê li xaka xwe bike. Wiha jî kir; dema zewaxa me ya du salan şervanekî wiha bû ku hemû hevalên wî jê hez dikir û bi alîkarxwaziya xwe hate naskirin.

Herî dawî dema ku min gotiyê wê zarokê me çêbibe, bi deverekê ve neçe, got, ''Ji vî zarokî re dahatuyeke xweş hewce ye''. Şervanekî xurt bû. Pir dixwest bebika me çêbibe û bibîne. Lê dewleta Tirk a ku ji bo xaka me dagir bike hatî û çeteyên wan bûn sedem ku hevalê me bêyî ku zaroyê xwe bibîne şehîd bibe. Piştî ku Serhed şehîd bû bi mehekê kurê min çêbû. Me navê bavê wî lê kir, ew ê jî li ser rêça bavê xwe bimeşe. Barê min giran e, heta ku Xxwedê qewetê bide min û kurê min em ê li ser rêya wî biçin.''

ŞEHÎD ARGEŞ: HEKE ROJEKÊ ŞEHÎD BIBIM BIBÊJIN JI TIL TEMIRÊ BÛ

Bebekê bi navê Aras ya ku di dawa dayika yixtiyar de ya bi navê Şemsa Brahîm Xelîl de bi çavekî biriqokî li derdorê dinere..Şehîdê Berxwedana Rûmetê Argeş (Yusif Mihemed) hê dema ku kurê wî 3 mehî ye diçe eniyê, weke her carê kurê xwe maç dikin, bêhn dike û ji bo ku dahatuyeke azad jê re çêbike berê xwe dide nav eniyê. Qewîtiyê li diya xwe dike û dibêje, ''Heke rojekê eşhîd bibim bibêjin ji Til Temirê bû''. Diya wî dibêje: ''Kurê min Argeş ev salak bû zewicî bû û bavê zaroyekî bû. Ev 7 sal in di nav refên YPG'ê de cih digirt.

Dema şerê Serêkaniyê çû eniyê û şehîd bû. Ji kurê min Argeş ev zarokê 3 mehî ma. Malê me çû lê kezeba min jî çû. Du kurê min ên din jî li nav şer in. Malê me, her tiştê me çû, tenê bi kincên xwe ser xwe ji bêgavî me xaka xwe hişt. Me merasîma kurê xwe yê şehîd çêkir lê bi xweşî bi sersaxî nedanî. Em ji gundê Behiriyê yên Serêkaniyê ne. Niha li gundê me dewleta Tirk a dagirker û çeteyan wan hene.''

DAYIKA ŞEMSA: EV XAK ÊN ME NE, EM BERDÊL NEDIN WÊ KÎ BIDE?

Dema ku em dipirsin bê ka li ser şehîdbûna kurê xwe çi difikri, dibêje, ''Walat ê me ye, xak a me ye, îro heke em berdêl nedin wê kî bide? Heke mirov a rast bibêje, bila kes şaş fêhm neke, çi jî be kezeb e, ji ber ku kezeba min dişewitî, min got, ma tu neçî şer nabî? Gote min, ''Heke zanibim roja min a dawî ye jî qet narevim.'

Yusuf şervanekî wiha bû ku li Serêkaniyê dihate naskirin. Ji niha û pê de ezê Aras têxim şûna bavê wî û mezin bikim. Çete ketin malên me, malên me talan kirin, banê malê û prîz jêkirine û birine. Me baxçe û her tiştê xwe berda û em derketin.''