Rojnamevanan şehîdên çapemeniya azad bibîr anî

Rojnamevanan hevrêyên xwe Seed Ehmed û Mihemed Hisen Reşo yên di êrîşên qirker û dagiker ên dewleta Tirk ya li Serêkaniyê şehîd bûbûn, li Qamişlo li ser gorên wan bibîr anîn.

Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo da ku çilrojiya her du şehîdên rojnamevan nûçegihanê ajansa ANHA’yê Saed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Reşo ku di encama bomerdûmana balafirên artêşa Tirk a dagirker a karwanê sivîlan de ku berê xwe da bajarê Serêkaniyê da ku piştgiriya Berxwedana Gel bikin, şehîd bûn.

Di encama bombebarana artêşa dewleta Tirk a 13`ê Mijdarê de, li ser karwanê şêniyan ku berê xwe da Serêkaniyê, 11 sivîl şehîd bûn û 74 kesên din birîndar bûn.

Di merasîma çilrojiya her du şehîdên rojnamevan Sead Ehmed û Mihemed Reşo de, hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo, bi navê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Ekrem Berekat û bi navê Çira TV gerînendeyê buroya Qamişlo Zinar Cefer axivîn. Axaftvanan diyar kir ku rojnamevanên ku rêya ragihandina azad şopandin, roleke girîng di salên şoreşê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst, bi hemû zanabûn û hewldanên xwe, rastiya herêmê ji raya giştî re parve kirin.

Her wiha axaftvanan îşaret bi sedemên hedefkirina rojnamevanan di salên dawî de ji aliyê DAÎŞ`ê û dewleta Tirkiyê ve kir, her wiha da xuyakirin ku rojnamevanên bûn dengê gel û nebûn amûra sîstemên desthilatdar, rastiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana ku gel li dijî dagirkeriya Tirkiyê nîşan da, ragihandin û ji ber vê yekê dewleta Tirk ew kirin armanc da ku dengê rastiyê qut bike.

Rojnamevanan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di êrişa xwe ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cudahî nexist navbera sivîl û leşkeran û ne jî rojnamevanan.

Her wiha axaftvanan soza domandina rêya şehîdan û domandina têkoşînê di çapemeniyê de nû kir, heta ku gelê herêmê bigihîje azadî û mafê xwe yê rewa.