Şehîdê Suryanî Athro li Hesekê hate veşartin

Cenazeyê şevanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Seîd Ebdulehed (Athro Hesekê) ê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê ya bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibû, li Goristanan Şehîdên Suryan Asur a taxa Nasira ya bajarê Hesekê veşartin.

Girseye gel cenazeyê şehîd Seîd Ebdulehed (Athro Hesekê) li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Suryan Asur a taxa Nasirayê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî destpê kir. Piştre axaftin ji aliyê berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Ebcer Yaqûb, Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm, Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî (Sotoro) Akad Hena û endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Ermîn Merdo ve hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikarin gelê Suryan û hemû gelên Sûriyê tine bikin û ev hate gotin: "Di bersivdayîna vê êrîşê de xwîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlihev bû, ji ber ku armanca dewleta Tirk derbekirina tevahî pêkhateyan e, lê ev armanc ne mimkûn e pêk were."

Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna serkeftinê hate dayîn.

Nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdên Suryan Ramî Îsa ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hate veşartin.