QSD’ê encama şer û berxwedana 24 saetên dawî ragihand

QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana  24 saetên dawî ragihand. QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan tevgera xwe ya li ser rêya M4 a navnetewî zêde kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî ango roja 45’an a ‘Berxwedana Rûmetê’ eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Artêşa dagirker û komên çete li seranserê xeta eniyê êrîş û tevgera xwe ya dagikeriyê domandin. Li gel êrîşkirina gelek qadan, artêşa dagirker tevgera xwe ya li ser rêya M4 a navdewletî jî zêde kir.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve li gundê Leylan hewl dan ku qadên nû dagir bikin û tevgera xwe li herêmê dagir bikin.

EYN ÎSA

Li herêma gundê Mesûdiyê, artêşa dagirker û komên çete êrîş birin li ser herêmên sîvîl. Her wiha cebilxaneya artêşa Tirk a dagirker di hundirê depoya genim de teqiya û di encam de gelek çete û leşkerên artêşa dagirker mirin.

QIZ ALÎ

Hêzên dagirker bi obus û tankan li herêma gundên Kefîfa û Zenûba dan. Her wiha li ser herêmê tevgera balafirên keşfê bê navber berdewam kir.

Di encama êrîşên artêşa dagirker de hevalekî me şehîd ket, hevalekî me jî birîndar bû.”