Osê: Nikarin Kurdan bi her tiştî razî bikin!

Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze zextên xwe yên dermirovahiyê yên li Efrînê, li her derê belav bike. Osê got ku “Dixwazin Kurdan bînin wê astê ku razî bibin lê ew ê nikaribin encamê bistînin.”

Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, rola hêzên navneteweyî  û bêdengiya rejîma Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Osê derbarê êrîşên dewleta Tirk a li dijî rêya M4 a navneteweyî got ku “Dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê tevî çeteyên xwe êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kiribû. Piştî van êrîşan di navbera Tirkiye-Rûsya û Tirkiye-Emerîkayê de hin peyman hatin çêkirin lê em tevlî hemû xalên van lihevkirinan nebûn. QSD jixwe fikra me diyar kiribû. Ji bo sekinandina şer, me agirbest qebûl kiribû. Lê Rûsya û Emerîka yên ku dikarin vî şerî bidin sekinandin, ev rewş neşopandin. Ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe nedan sekinandin. Ev jî tê wateya ku peyamê didin dewleta Tirk ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bi pêş ve werin. Ji ber ku li derdora Til Temirê êrîş hene. Li Eyn Îsa û derdora wê jî êrîş hene. Ev her du hêzên navneteweyî navendên wan nêzikî van deran e lê mudaxele nakin. Ev jî diyar dike ku van her du hêzan ji bo berjewendiya xwe li hev kirine. Lê gelê me li van deran li ber xwe da û peyameke xurt da cîhanê. Dagirkirina rêya M4 di lihevkirinan de tune lê dewleta Tirk tevî çeteyan êrîşên xwe didomîne. Dewleta Tirk bi dagirkirina vê rêyê re hewl dide, wekî Efrînê li vê derê êrîş û talan xwe berfirehtir bike. Li hemberî van êrîşan QSD jî xwe diparêze û li ber xwe dide. Ev hêzên navneteweyî nêzî qadê ne lê qet mudaxele nakin. Dema ku çete ditengijin mudaxele dikin jê pê ve mudaxele nakin. Gel van tiştan dibîne. Qaşo ev hêz divê yekparetiya axa Sûriyeyê biparêzin lê ev hêz bi tenê temaşe dikin.”

‘REJÎMA SÛRIYEYÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ TU BIRYAR NEDAYE’

Osê diyar kir ku li hin gundan û qadan leşkerên rejîmê mudaxele kirine û got ku “Lê ev bi înîsîyatîfa hêzên wê derê pêk hatiye. Di warê fermî de rejîma Sûriyeyê li hemberî vê dagirkeriyê biryara şer nedaye. Li hemberî dagirkeriyê rejîma Sûriyeyê tu biryara şer nedaye. Bi êrîşên dagirker re rejîma Sûriyeyê dixwaze li ser projeya me ya demokratîk zextan bikin. Divê ew baş bi vî tiştî zanibin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyekî Sûriyeyê ye. Dagirkirina her bajar û herêmê tê wateya dagirkirina Sûriyeyê. Lê rejîm dixwaze vegere rewşa beriya sala 2011’an. Ev tişt êdî ne mumkun e. Bendewariya gel ev e ku rejîma Sûriyeyê tevî hêzên me yekparetiya axa Sûriyeyê biparêzin, diyalogeke demokratîk were danîn û li ser wê diyalogê guherîn pêk were.”

Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê diyar kir ku Eyn Îsa li ser rêya navneteweyî ya M4’ê ye û dibe ku şer li vê derê pêk were. Osê got ku, “Dibe ku ji her derê êrîş werin, hêzên me ji van êrîşan re amade ne. Hin komîsyon û saziyên me wê xebatên xwe li Eyn Îsayê bidomînin lê me Rêveberiya Xweser biryar da ku em navenda xwe bibin cihekî din.”