Xelkê Dirbêsiyê ji bo destekdana YPJ’ê daketin kolanan
Çalakiyên xwedîderketina li şervanên YPJ’ê yên li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê berê xwe dane çeperên şer dewam dikin.
Çalakiyên xwedîderketina li şervanên YPJ’ê yên li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê berê xwe dane çeperên şer dewam dikin.
Li pêşiya Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Dirbêsiyê ji bo xwedî li şervanên YPJ’ê derbikevin meşek lidar xistin.
Di meşê de li ser navê Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriuyeyê Nûr Şixo di serî de şehîdên Berxwedana Rûmetê, Hevrîn Xelef, Dayika Aqîde û berxwedêrên YPJ’ê bibîr anî û weke gel wê li ber xwe bidin. Meş li pêşiya Fermandariya Navendî ya YPJ’ê bi peyaman bi dawî bû.