MSD: Armanca qetlîamê tirsandin, koçberkirine

MSD a qetlîama Til Rifatê şermezar ki got:"Armanca komkujiyê tirsandin û koçberkirina şêniyan e. Di heman demê de berdewamkirina guhertina demografiyê û qirkirina etnîkî ye."

Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) a têkildarî qetlîama li navçeya Til Rifat a Şehbayê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîbû daxuyaniyek nivîskî da ev got: "Piştî rêze êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve û pêkanîna qetlîamekê li dijî niştecihên wê ku li lîsteya hikûmeta AKP‘ê ya bi qetlîaman dagirkirî zêde dibe, îro 2‘ê Kanûna 2019‘an komkujiyeke din pêk anîn. Di encamê de 10 sivîl şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn, piraniya wan zarok in.

Em Meclîsa Sûriye Demokratîk vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin ku li lîsteya qetlîamên ji aliyê AKP‘ê li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, zêde dibe. Ev Sûc careke din ji cîhanê re piştrast dike ku li gel Tirkiyê projeyeke mezin a dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev qetlîam di demekê de ku hewldanên civaka navdewletî yên ji bo çareserkirina aloziyê Sûriyê li gorî biryarên navdewletî hene, tê. Di derbarê herêma ewle ya ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ava bike de, ti têkiliyên wê bi ewlehî û aramiyê tine ye, lê belê ji bo lêgerîna li herêmekê ye ku di rêya de kuştin, wêrankirina û xurtkirina dagirkirina pêk bîne. Armanc ji vê qetlîamê tirsandina şêniyane da ku koçber bibin, di encamê de projeya xwe ya guhertina demografyayê herêmê û qirkirina etnîkî bidomîne.

Em bang li civaka navdewletî û dewletên koalîsyonê, federasyona Rûsyê dikin ku mîna van kiryarên sûcdar ên li dijî gelê me şermezar bikin û zextê li hikûmeta AKP‘ê bike ku êrişên xwe rawestîne. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku dest bidin hev û li dijî êrîşên ser hemû pêkhateyên me rawestin. Em bang li hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsya yên li herêmê dikin ku tedbîrên pêwîst bigirin da ku nehêle mîna van kiryaran çênebin û ji bo çareserkirina siyasî li Sûriyê ya dûrî amûrên derve bi hemû aliyan re bixebite."