Bilançoya qetlîama li Til Rifat zêde bû

Hejmara kesên di êrîşa dewleta Tirk a li ser navçeya Til Rifat a Şehbayê de gihişte 10’î.

Qetlîam di saet derdorî 14:30’î bi topbaranê pêk hat.

Li Til Rifat di dema raste rast sivîl dihatin hedefkirin de, piranî zarok 10 kes hatin qetilkirin. Berî vê hate ragihandin ku hejmara kuştina 9 bûn. Gelek sivîl jî birîndar bûne.

Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Kanotona Efrînê Bekir Elo qetlîam bi tundî şermezar kir û got: "Ev bomberdûman hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê nîşan dide." Elo bang li cîhan û raya giştî kir ku li dijî qetlîamên wiha rawestin.