Li Şehbayê cenazeye 5 şehîdan veşartin

Cenazeyê 5 şervanên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê de şehîd bûbûn, ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin veşartin.

Li Şehbayê bi hezaran kes ji bo veşartina cenazeyê şehîdan li hev kom bûn. Cenaze ji Nexwexaneya Evrîn a li Fafînê hatin girtin û ber bi navçeya Ehrezê ve ketin rê.

Merasîma şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê li Ehrezê destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê şervanan bavê Şîlan Hesen û ji rêveberên Kantona Efrînê Newroz Ehmed axivîn û kesên di berxwedanê de şehîd bûne bibîr anî û sersaxî xwestin.

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeye şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve hatin veşartin.