Gaziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê pîroz kirin

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê Roja Piştevanî û Têkoşînê ya Karkeran pîroz kir.

Di daxuyaniyê de girîngiya vê rojê hate vegotin û hate gotin, "1’ê Gulanê sembola vê têkoşînê ye û rêzdariya ji têkoşerên wê re ye.

1’ê Gulanê bûye nirxekî mirovî û civakî ji azadî, edalet, wekhevî û aştiyê.

Ji ber belavbûna Koronavîrusê li cîhanê ku li ser tevahî mirovahiyê xeter e em îsal vê cejnê di nava mercên zehemet de pêşwazî dikin.

Bi vê wesîleyê em hemû kesên ku di têkoşînê de berdêl dane, şehîd û gazî bûne bi bîr tînin."

Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku wê bi yek destî xwedî li van armancên wan derkevin.

Di daxuyaniyê de keda jinan a li nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêzdarî hate silavkirin ku di avakirina civaka exlaqî û têkoşînê de li qadên şer, çandinî û çapemeniyê bi xurtî dixebitin.

Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li karker û kedkarên li rêveberiya xweseriya demokratîk û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pîrozkirin.