'Dûrzî Sûriyeyeke demokratîk û azad dixwazin'

Parêzerê Dûrzî yê ji Suveydeyê Adil El Hadî diyar kir ku Dûrzî Sûriyeyeke demokratîk û azad dixwazin û got, "Modela rêveberiya xweser a demokratîk modela herî guncav û hevgirtî ya çareseriya krîzên li Sûriyeyê ye."

Dûrziyên ku li Fîlîstîn, Urdun, Lubnan, Îsraîl û Sûriyeyê ne, hema bêjin nîvê wan li bajarê Sûveyde yê Sûriyeyê û derdora wê ne. Nifûsa wan derdora 3.5 ji sedî yê nifûsa Sûriyeyê ye. Beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê cihêrengiya cwan ji aliyê rejîma Baas ve hate qebûlkirin û hatin wêdekirin. Di dema şerê navxweyî de jî ji aliyekî ve rejîma Baas xwest Dûrziyan ber bi aliyê xwe ve bikişîne, li aliyê din jî komên çekdar ên Îhvanî yên bi navê 'mûxalîf' hewl dan wan tevlî xwe bikin.

Yek ji Dûrziyên li Sûveydeyê ye, parêzer Adîl El Hadî ye. El Hadî ji ANF'ê re polîtîkaya di dema rejîmê de li dijî Dûrziyan dihate bikaranîn, êrişên di dema serê navxweyî de li dijî Dûrziyan hatin kirin, daxwaza wan a ji bo Sûriyeyê û di pêvajoya vîrûsa koronayê de rewşa li Sûveydeyê nirxand.

El Hadî diyar kir ku Dûrzî daxwaza Sûriyeyeke demokratîk û azad dikin û got, polîtîkayên rejîmê yên li dijî Dûrziyan bandor li tenduristiyê jî kiriye, lewma li pêşberî şewba vîrûsa koronayê ew bêparastin mane.

'REJÎMÊ DÛRZÎ MARJÎNAL Û XIZAN KIR'

Adil El Hadî anî ziman ku Dûrzî li herêmên Ceremana, Sahniye, Eşrefiye ya Sahniye, Bab Almûsala, Der Alî, Artûz, çiyayê Sûmak ê Idlibê û li bajarê Siveydeyê dijîn û ragihand, ji ber polîtîkayên rejîmê Dûrziyên li Sûriyeyê di nava rewşeke giran de ne.

El Hadî diyar kir, rejîmê razemenî li herêmên Dûrziyan nekiriye, li dijî Dûrziyan polîtîkaya marjînalkirinê meşandiye û got, "Herêmên me bi taybetî ji ber guhertina avhewayê û kêmaniya derfetan çandinî lê zehmet e. Ji sala 1970'î û vir ve rejîmê li dijî me polîtîkayên marjînalkiirn û xizankirinê meşand."

REJÎMÊ JÎ EL NÛSRA JÎ EW KUŞTIN

Adil El Hadî destnîşan kir ku li Sûriyeyê hem rejîmê hem jî komên cîhadîst komkujî li Dûrziyan kirin û got, "Li gel polîtîkaya wêdekirinê rejîmê her wiha komkujî li dijî Dûrziyan kir. Di komkujiya sala 2000'î de 12 kesî jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî bi giranî birîndar bûn. Ew mirov hemû sivîl bûn. Navê bûyerên Bedo li vê bûyerê hate kirin."

Sala 2012'an li bajarê Dera yê li qiraxa bajarê As-Sûwaydayê Eniya Al Nûsra heyşt sivîl revandin û qetil kirin.

Di 10'ê Hezîrana 2015'an de Eniya El Nûsra vê bajarê gundê Eyn Larûz ê Idlibê 20 Dûrzî qetil kirinç

Di 4'ê Îlona 2015'an de li dijî konvoya lîderê şêxan Şêx Wahîd El Baloos û nexweşxaneya milî êriş hate kirin. Di encamê de 58 kes şehîd bûn.

DAÎŞ'ê di 27'ê Tîrmeha 2018'an de êriş birin ser gundên li rojhilatê Sûveydeyê. Ev êriş bi saziyên îstîxbaratê yên rejîmê bi rengekî koordîneyî hate kirin. Gel li dijî vê êrişê li ber xwe da û 365 şehîd hatin dayin, bi sedan jî birîndar bûn.

Di 26'ê Adara 2020'an de Fermandarê Baskê Pêncan ê Artêşê Ahmet Alawde li bajarokê Alkarya û derdora wê 17 sviîl qetil kir

LI SÛVEYDEYÊ PÊWÎSTÎ BI HÊZEKE XWEPARASTINÊ HEYE

Adil El Hadî anî ziman ku ji ber komkujiyên li Dûrziyan hatine kirin ew di nava tirs û fikara ewlekariyê de ne û destnîşan kir ku pêwîstî bi hêzeke xweparastinê ya ji gelê Sûveydeyê pêk tê heye. El Hadî got, "Bi taybetî Rûsya, Îran û rejîm ku başûrê welêt kontrol kirine, nediyar e ku çi bikin. Pêwîstî bi hêzeke xweparastinê heye ya ji gelê Sûveyda pêk tê. Di rewşeke wiha de ku garantiyeke navneteweyî nîne, avabûna hêzeke xweparastinê gelekî girîng e."

El Hadî destnîşan kir ku daxwaza Dûrziyên Sûriyeyî Sûriyeyeke demokratîk e û got, "Dûrziyan gelekî êş kişandine, hatine marjînalkirin, gelekî welê ye ku meyla xwe li ser azadî û jiyaneke bi rûmet e. Dema ku mirov van taybetmendiyên wan zanibin, hingî fêhm dikin ku ew dixwazin Sûriye bibe welatekî rasteqîn ku çand, netewe, ol hemû bi rêz cihê xwe di nav de bigire. Dixwazin ku li Sûriyeyê sîstemeke lîberal, laîk û demokrartîk ava bibe û mafên gelan, civakan, jinan bi destûra bingehîn bên ewlekirin."

MODELA RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK MODELEKE HEVGIRTÎ YE

Adil El Hadî bal kişand ser modela rêveberiya xweseriya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir, her kesên ku vê modelê lêkolîn dike, dibîne ku demokratîkbûn afirandiye. El Hadî diyar kir, rejîma Baas hewl dide tecrûbeya rêveberiya xweser a demokratîk berevajî bike, neyînî nîşan bide û got, "Her kesên ku vê modelê dinirxîne dibîne ku ji pêkhateyên Sûriyeyê hemûyan re derfetê xweîfadekirinê pêşkêş dike."