Çeteyên bişînin Lîbyayê ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê kirin

Dewleta Tirk îro 100 çeteyên ‘Artêşa Mîllî’ ya ku wê bişînin Lîbyayê ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê kirin.

Di saet derdorî 08:30’î komeke 100 kesî ku ji komên çeete û endamên polîsên sivîl ên dagirker ku di nava koalîsyona çete ya ‘Artêşa Mîllî’ de cihên xwe digirin ji bo Lîbyayê bên şandin, îro sewqî Tirkiyeyê hatin kirin.

Çete li ser pira li nêzî gundê Sûrke ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê nû hatibû çêkirin, bi otobûsan derbasî Tirkiyeyê hatin kirin.

Çavkaniyên xwecihî 2 komên çete ji bo çandina çeteyan a Lîbyayê nerazîbûn nîşan dane, lê ew jî ji aliyê MÎT’ê ve hatin qanekirin ku endamên wan jî biçin Lîbyayê.

Di meha Nîsanê de Mala Çavdêriyê SOHR diyar kiribû ku hejmara çeteyên rejîma Tirk ji bo Trablûsê şandibû nêzî 5 hezar û 300 kesî ye û 2 hezar û 100 kes ji bo bişînin Lîbyayê li Tirkiyeyê dest bi perwerdehiyê jî kirine.