Depoyeke çekan a li Helebê teqiya

Li nehiyeyeke herêma Helebê ya Sûriyeyê depoyeke çek û cebilxaneyan teqiya.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li nehiyeya Nûbilê depoyeke cebilxaneyan teqiya.

Ji ber bandora teqînê pênc xaniyên li derdorê bi temamî hilweşiya. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn. Li ser sedema teqînê agahî nehate bidestxistin.

Her wiha li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya rejîma Sûriyeyê Sana, li bajarê Hûmsê li qadên leşkerî li pey hev teqîn çêbûn. Hate ragihandin ku ji ber teqînê hin roket jî teqiyane û parçeyên şarapnelê ji herêmê derketine û bûne sedema windahiyan. Heman çavkaniyê ragihand ku 10 birîndar rakirine nexweşxaneyên cemaweriyê û taybet ên li bajêr.