Li Cerablûsê di nava çeteyan de şer derket

Li Cerablûs a ku di bin dagirkeriya deweta Tirk de ye, di navbera koma çeteyên Ehrar Şerqiye û polîsên dagirker de şer derket.

Herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, hema her roj di navbera çeteyên Tirkiyê de ji ber li hevnekirinên dizî û talanê şer derdikeve û gelê herêmê dimînin di navbera vî şerî de.

Di van seatan de jî di navbera polîsên leşker û çeteyên Ehrar Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk de şer tê kirin. Li gorî jêderên herêmê, di vî şerê ku vaye du seat destpêkirî de heta niha çeteyek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.