Helîkopterên Îsraîlê li Sûriyeyê dan

Hate ragihandin, helîkopterên Îsraîlê fuze avêtin başûrê Sûriyeyê.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê Sana, "Helîkopterên Îsraîlê yên dijmin, ji qada hewayî ya Golan a dagirkirî gelek fuze avêtine nuqteyên li herêma Başûr."

Hate ragihandin ku êriş nîvê şevê hate kirin û bû sedema xisara madî. Di nûçeyê de li ser hedefa êrişê agahî nehate dayin.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir, êriş li dijî çeperên hêzên rejîmê û milîsên alîgirê Îranê yên li herêmên Dera û Kûneytra yên nêzî Golanê hatiye kirin.

Roja Duşemê jî danê sibehê hin deverên nêzî Şamê bûbûn hedef. Li gorî Sanayê ji ber teqînan 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Saziya çavdêriyê ragihandibû ku êriş li dijî çeperên şervanên Hîzbûllahê û hêzên Îranê yên li başûrê Şamê hatiye kirin. Ji êrişê Îsraîl berpirsyar hate nîşandan.

Îsraîl ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û vir ve gelek caran êriş biriye ser hêzên rejîmê û hevalbendên wê Îran û Hîzbûllahê.

20'ê Nîsanê li gorî çavkaniyên rejîmê Îsraîlê bombe li hin hedefên li çola Palmîra barandin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku di êrişê de ku li dijî nuqteyên milîsên Îranê hate kirin 3 şervanên Sûriyeyî û 6 şervanên biyanî hatine kuştin.

Dewleta Îsraîlê kêm caran berpirsyariya êrişê hilde ser milê xwe û timî dubare dike ku wê nehêle Îran li Sûriyeyê xwedî bandor be.