Kedkarên şaredariya Efrîn li Şehbayê 1’ê Gulanê pîroz kir

Kedkarên Şaredariya Efrînê li Şehbayê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Roja Karkeran pîroz kir.

Li Şehbayê bi daxuyaniyekê kedkarên Şaredariya Efrînê 1’ê Gulanê pîroz kir. Daxuyanî ji aliyê Ebdilrehman Resûl û endama şaredariyê Şehrîban Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de 1’ê Gulanê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû kedkar û karkeran hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber şewba Koronayê weke salên borî 1’ê Gulanê nikarin pîroz bikin.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Çi dibe bila bibe em ê ti carî keda karkerên ji bo welat û azadiya welat ji bîr nekin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku bi hêviya sala bê her karker û kes li warê xwe 1’ê Gulanê pîroz bikin.