Li navçeya Ehrezê ya Şehbayê, nûnerên saziyên malbatên şehîdan, gaziyan û girtiyan ji bo yekîtiya neteweyî daxuyaniyek dan çapemeniyê û bang kirin.
Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civakî Nerîman Sîdo û ji Saziya Gaziyan Gîvara Şoreş ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a vê dawiyê ji bo yekîtiyê li hêzên Kurd kir hate bibîrxistin.
Saziyan ji bo yekîtiya hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) kirin ku bi serpereştiya Fermandarê QSD'ê Mezlûm Ebdî ji bo yekrêziya Kurdî hewl bidin.
Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku partiyên Kurd di qonaxeke dîrokî de ne, hebûn û tunebûn bi encama hevgirtinê diyar dibe.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Djimin her tim belavbûna me bi kar tîne. Divê em yek laş bin da ku em karibin parastina xwe, gel û axa xwe li dijî dagirkeran bikin.
Em bi navê saziyên gaziyan, meclîsa malbatên şehîdan a herêma Efrînê û hemû girtiyên di zîndanê faşîzmê de, hêvî dikin ku encameke erênî ji vê hewldana hevgirtin û yekîtiyê derkeve."
Saziyan diyar kirin ku azadî û serxwebûn bêyî yekbûna siyasî û leşkerî pêk nayê, ya ku desktetiyan biparêze yekîtî ye.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê salê bikin saleke dîrokî ji bo doza Kurd. Bila bibe sala yekbûn û serketinê. Şerê birakujiyê were jibîrkirin. Serketin bi rêya yekîtiyê bi dest dikeve. Bi taybetî di sozên çarenûsa paşeroja hebûna gel de."