ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Qetlîamên dewleta Tirk a li ser jinan protesto kirin
Jinên ku li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, qetlîama dewleta Tirk a li gundê Helîncê yê Kobanê ku 3 jin şehîd bûn protesto kirin. -
‘Divê sûcên Tirkiyeyê bên lêkolînkirin’
Rêxistinên Mafê Mirovan ên Herêma Firatê ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk dikek daxwaza avakirina komîteyeke lêkolînê kir, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê jî diyar kir ku Erdogan daye ser şopa Hîtler. -
Dewleta Tirk Eyn Îsa bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker qadeke li ser rêya M4 a li rojavayê Eyn Îsayê bomberdûman kir. -
'Bi fikir û felsefeya heqîqetê min şoreşa jinê nas kir'
Şervana YPJ'ê Hedîl Serêkaniyê ku sala 2020'an tevlî YPJ'ê bû dibêje, "Ji bo min tevlîbûna li nava YPJ'ê zayîneke nû ye." -
Dewleta Tirk û çeteyê wê êrîşî gundên Til Temirê dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Til Leben û Gezeliyê yên Til Temirê dikin. -
Endama Hêzên Parastina Navxweyî Berkel şehîd bû
Hêzên Parastina Navxweyî ya Minbicê diyar kir ku endameke wan di dema operasyona paqij kirina mayînan de şehîd bû. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriye bi deh hezaran kes li dijî dewleta Tirk meşiyan-NÛ BÛ
Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî qetilkirina sê jinên Kurd daketin qadan. -
Dewleta Tirk dîsa zeviyên çandiniyê şewitandin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundek ê Til Temîrê barand û şewat li zeviyên çandiniyê derket. -
Li Efrînê teqîn
Li Efrînê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 3 kes mirin. -
Zehra Berkel a ku li dû xwe têkoşîneke mezin hişt
Dewleta Tirk a dagirker roja Sêşemê li Kobanê sê jinên Kurd qetil kiribû. Zehra Berkel û Emîne Weysî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li dû xwe têkoşîneke xurt hiştin. -
Li Minbicê du teqîn: Bi destê MÎT'ê hatin kirin
Li Minbicê 2 teqîn pêk hatin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê raighand ku di encama teqînan de 2 sivîl birîndar bûn û teqîn bi destê MÎT'ê hatine kirin. -
Ebdî: Polîtîkaya komkujiyê ya dewleta Tirk dewam dike
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî peymanên 17'ê Cotmehê û 22'ê Cotmehê binpê dike. Ebdî bal kişand ser êrişa li Kobanê û got, "Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya komkujiyê didomîne." -
Jinên li Girê Spî: Dewleta Tirk dagirker û diz e
Ji bo dewleta Tirk li Sûriyeyê demsala talanê dest pê kir. Li Girê Spî dewleta Tirk bi tonan genimê gel dizî. Jinên ku genimê wan hatiye dizîn meşiyan ser sînor. -
'Ji êrîşa Tirkiyê ya li ser Kobanê berpirs Rûsya ye''
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li Rûsya û DYE'yê kir ku li dijî êrîşên Tirk ên li ser sivîlên Bakur-Rojhilatê Sûriyê sînorekî deynin. -
Êrişên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên şermezarkirin
Ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a li Kobanê ku 3 jin hatin qetilkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes daketin qadan. -
Nasnameya kesa 3'emîn a li Helîncê şehîd bû -HAT NÛKIRIN I
Hate ragihandin ku kesa sêyemîn a ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker li gundê Helîncê yê Kobanê şehîd bû, Hebûn Mele Xelîl e. -
Dewleta Tirk bi SÎHA'yan êriş bir ser gundê Helîncê: 3 sivîl şehîd bûn
Dewleta Tirk a dagirker, bi balafirên bêmirov ên biçek êriş bir ser gundê Helîncê yê Kobanê. Di Ji ber êrişê 3 jin ên sivîl şehîd bûn. -
Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros bi merasîmekê veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Samî Abulrehman (Zagros Hesekê) bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê bi tevlîbûna dehan kesî hate veşartin. -
Xelkê Girê Spî li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide
Xelkê Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, li dijî çete û dewleta Tirk a genimên li bajar direvînin Tirkiyeyê çalakiyên xwe didomînin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hatin protestokirin. Bi hezarna kes daketin qadan. -
Li El Raî teqîn, li Til Temirê êrişa bi topan
Li El Raî ku li nêzî sînorê Tirkiyeyê ye, teqemenî bi wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk a dagirker ve teqiya. Li Til Temirê jî dagirkeran bi topan êriş birin ser gundekî. -
Dewleta Tirk gelek çeteyên DAÎŞ'ê jî şand Lîbyayê
Çeteyekî ku ji Serêkaniyê reviya û teslîmî QSD'ê bû diyar kir, dewleta Tirk gelek çeteyên DAÎŞ'ê jî şandiye Lîbyayê. -
‘Hevdîtinên yekîtiya netewî ji bo berjewendiyên hemû gelan e'
Partiyên Yekîtiya Nîştimanî yên Kurd (PYNK) diyar kir ku xebatên ji bo yekîtiya netewî tên kirin ji bo berjewendiyên hemû gel in, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku biratiya gelan û Sûriyeke demokratîk ava bikine. -
Bi hezaran kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran welatiyên daketin qadan bi meş û mîtîngan êrîşên qirker û dagirker ên Tirk protesto kirin. -
Li Girê Spî û Silûkê ferzkirina lîrayê Tirk hate protestokirin
Li Girê Spî ya ku dewleta Tirk dagir kiribû, gel ferzkirina bikaranîna pereyê Tirk protesto kir.