‘Divê sûcên Tirkiyeyê bên lêkolînkirin’

Rêxistinên Mafê Mirovan ên Herêma Firatê ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk dikek daxwaza avakirina komîteyeke lêkolînê kir, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê jî diyar kir ku Erdogan daye ser şopa Hîtler.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê hedef kirina her sê jinan şermezar kir û banga hesabxwestinê ji Tirkiyê kir.

Meclîsa Kantona Kobanê jî şehîdên Komkujiya 25`ê Hezîranê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ`ê di sala 2015`an li gundê Berxbetan ve pêk hat û di encama wê de 233 sivîl şehîd bûn, bi bîr anîn.

Daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ji aliyê endama rêxistinê Nesrîn Elî ve hat xwendin. Daxuyanî li pêşiya avahiya rêxistinê hat dayîn.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne roj bi roj zêde dibe û ji kuştin, koçberkirin, qirkirina etnîk destûr û qanûn ji xwe re girtiye. Rêxistinê şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê bi bîr anîn û got dewleta Tirk berpirsa yekemîn û ya dawîn e.

Rêxistinê di daxuyaniyê de banga bidawîkirina dagirkirina dewleta Tirk û destwerdana wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir, her wiha got divê komîteyeke navneteweyî were avakirin da ku der barê sûcên dewleta Tirk li dijî sivîlan de lêpirsînê bike.

Hevserokên Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Êto û Leyla Ehmed bi beşdariya endam, rêveberiya meclîsê û saziyên civaka sivîl daxuyaniyek bi zimanê Erebî û Kurdî xwend.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê de jî hate gotin ku Serokkomarê Tirk Erdogan li ser rêya Hîtler û Seddam Huseyîn dimeşe.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike. Dixwaze fersendê ji vîrûsa Korona û qanûna Sezarê bigire. Rêveberiyê anî ziman ku civaka navneteweyî jî li ber van sûcan bêdeng maye. Herî dawî Rêveberiya Xweser di serî de bêhelwestiya DYE, Rûsya û raya giştî ya hemû hêzên navneteweyî şermezar kir.