Li Minbicê du teqîn: Bi destê MÎT'ê hatin kirin

Li Minbicê 2 teqîn pêk hatin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê raighand ku di encama teqînan de 2 sivîl birîndar bûn û teqîn bi destê MÎT'ê hatine kirin.

Li nêzî Çerxerêya Şehîdan a li Minbicê mayineke ku berê hatibû bicihkirin serê sibehê hate teqandin. Ji ber teqînê xisareke biçûk a madî rû da. Têkildarî teqînê lêpirsînê dest pê kir.

TEQÎNA DUYEMÎN

Piştî teqîna mayinê, teqîneke duyemîn pêk hat. Ji ber teqînê 2 sivîl birîndar bûn.

Li gorî Buroya Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rewşa birîndaran giran e û rakirine nexweşxaneya li bajêr.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrişên bombeyî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin.