Êrişên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a li Kobanê ku 3 jin hatin qetilkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes daketin qadan.

Dewleta Tirk a dagirker 23'ê Hezîranê roja Sêşemê li gundê Helincê yê Kobanê bi balafirên bêmirov ên biçek êrişek pêk anî û di encamê de endamên Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.

Sibeha roja Çarşemê li herêmên Firat û Cizîrê bi hezaran kes daketin qadan.

Çalakger li ber avahiya Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê li hev kom bûn û pankarta bi nivîsa "Xwîna şehîdên me û qîrîna zarokên me wê hesab ji we bipirse" hildan.

Çalakgeran her wiha xwestin ku sûcên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye hesab jê bê pirsîn.

Di nava rojê de tê payin ku li navçeyên Çilaxa û Girkê Legê yên herêma Cizîrê û li Kobanê ya herêma Firatê bi hezaran kes dakevin qadan.

Di vê navberê de Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê êrişa dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û bang li Rûsya û DYE'yê kir ku berpirsyariyên xwe yên lihevkirina bi Tirkiyeyê re pêk anîne bi cih bînin.

Rêveberiya Xweser êriş weke "êrişeke terorê" pênase kir û destnîşan kir ku berpirsyarê êrişan jî Rûsya ye ku garantorê peymana beriya 7 mehan li herêmê hatibû çêkirin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk bi DYE'yê re jî hin peyman mohr kir û bi vî rengî li herêmê agirbest pêk anî û bang li DYE û Koalîsyona Navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe pêk bîne.