​​​​​​​‘Hevdîtinên yekîtiya netewî ji bo berjewendiyên hemû gelan e'

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî yên Kurd (PYNK) diyar kir ku xebatên ji bo yekîtiya netewî tên kirin ji bo berjewendiyên hemû gel in, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku biratiya gelan û Sûriyeke demokratîk ava bikine.

 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî yên Kurd (PYNK) li ser civîna yekîtiya netewî ya 16’ê Hezîranê ya li gel ENKS’ê pêk anî daxuyaniyek da. PYNK anî ziman ku xebatên yekîtiya netewî ji bo berjewendiyên hemû gelên li Sûriyeyê ye û diyar kir ku armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk e.

Daxuyanî PYNK wiha ye: “16'ê Hezîrana îsal lihevkirineke pêşîn di navbera Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de ji raya giştî re hate ragihandin ku dest bi hevdîtinên berfireh bikin ku cewherê xwe dispêre bingehên lihevkirina li Dihokê ya sala 2014'an hate îmzekirin. Lihevkirin di şeklê xwe yê sereke de ji avakirina lêvegerke Kurdî siyasî pêk tê. Erka vê lêvegerê helwesta Kurdî û nêrîna wê siyasî yên li ser gelek mijaran de bike yek di nav de nêrîna Kurd di projeya çareseriyeke demokratîk ji bo Sûriyê bike yek. Her wiha helwest û rola Kurd di destûra Sûriyê ya bê de û hemû berjewendiyên niştimanî diyar bike. Ji ber ku em muxalifekî dîrokî ji rejîm û bingeh û rojeya wê ya siyasî û kiryarên wê re ne, divê di hemû danûstaninên ji bo avakirina Sûriyeke nû ya li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254'an be.

Em hewl didin xîtaba Kurdî ya Sûriyê bikin yek da ku kolana Kurdî nûnertiya wê bi yek helwesta siyasî bike. Ev lihevkirin bandorê li şeraketa heyî ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji Kurd, Ereb, Suryan û Çerkes nake. Ev lihevkirin ne li ser hesabê vê projeyê ye. Her wiha nêzîkbûna Kurdî – Kurdî wê ne li ser hesabê pêkhateyên din ên Sûriyê be. Lê belê destekdayîna ji hemû xebatên ji bo yekîtiya niştîmanî di navbera pêkhateyan de zêde dike, berovajî tişta ku tê gotin ku ew xutkirine ji bo serweriya Kurdî li gorî tê gotin.

Kurd di yekîtiya gelan, tevkarî, xebata hevpar di parastina û rêveberiyê de û jiyana hevpeş rêya xilasiya Sûriyê ji aloziyê dibînin. Her wiha di nav vê de avakirina Sûriyeke demokratîk ji bo hemû pêkhateyên wê dibînin ku wê hemû û hêviyên pêkhateyan bi cih bînin. Dema ku helwestê her pêkhateyek di projeya demokratîk de di nav de Kurd, Ereb û pêkhateyên din de xurt bibe wê demê wê projeya me ya demokratîk a ku pir rengiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de dihewîne wê bi awayekî mezin bi pêş bikeve.

Ji ber vê yekê em wek Partiyên Niştimanî ya Kurd ji ber domdar em beşek ji projeya yekîtiya gelan bûn, mutelqen kar û xebata me ew ê ji bo yekîtiya di navbera hemû gelan de be, lewma kar û xebata di navbera her du aliyên Kurdî de hatin kirin kete xizmeta pêkanîna projeya yekîtiyê, serketina yekîtiya niştimanî ya Kurdî û piştgirî û zemîna misogerkirina geşedanên vê rêyê ye.

Têkildarî kar û barê Sûriyê em ti carî ber bi helwestekê ve neçû, berevajî vê yekê her dem me ji bo doza Kurdî ya li Sûriyê ya di nava yekîtiya Sûriyê de tê dikoşiyan. Ji bo hemû dozan me bi hemû pêkhateyên Sûriyê ve girêdayî li ber xwe dida û me wekî hin kesên ku dixwestin Sûriyekê li gorî xwe ava bikin û paşê çareseriyan ferz bikin, nedinêrî. Her wiha em bi aliyên ku Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, civakî û aborî bi kar tînin ne li hev nekiriye, lê belê ji bo avakirina Sûriyê, dewleta demokratîk û yekgirtî di nava kar û xebatê de bûn. Ji ber vê divê gelê Sûriyê li Sûriyeke lê adalet û wekheviya di mafan de misoge be bijîn û wekî nasnameya xwe ya siyasî û pêşeroja xwe ya demokratane bibîne û bi erka xwe rabe."