Endama Hêzên Parastina Navxweyî Berkel şehîd bû

Hêzên Parastina Navxweyî ya Minbicê diyar kir ku endameke wan di dema operasyona paqij kirina mayînan de şehîd bû.

Navenda Çapemeniya Hêzên Parastina Navxweyî bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir, di teqîna duwemîn ya li Dewreya Şehîdan a li navenda bajarê Minbicê de, endamê wan a bi navê Zehra Berkel şşehîd bûye.

Nav û Paşnav: Zehra Berkel

Navê Bav: Mihemed

Navê Dê: Nûrîn

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Kobanê 1989

Cihê Şehîdbûnê: Minbic

Di daxuniya nivîskî ya Hêzên Parastina Navxweyî de hate diyar kirin ku Şehîd Zehra di operasyona tinekirina terorê de rolek pêşeng leyîstiye û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.