'Ji êrîşa Tirkiyê ya li ser Kobanê berpirs Rûsya ye''

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li Rûsya û DYE'yê kir ku li dijî êrîşên Tirk ên li ser sivîlên Bakur-Rojhilatê Sûriyê sînorekî deynin.

Derheqê êrîşên Tirk ên bi balafirên keşfê yên bi ser gundê Helincê yê Kobanê de, ku sê jinên sivîl şehîd bûn, Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê êrîşa terorî ya Tirk a li ser gelê Kobanê şermezar kir, berpiryariya Rûsyayê ya ji vê êrîşê bi bîr xist, ji ber ku, li gorî lihevkirina beriya 7 mehan Rûsya ji ewlehî û aramiya herêmê berpirs e.

Rêveberiyê bangl i Rûsyayê kir ku xwedî li berpirsyariya xwe derkeve û li dijî êrîşên terorî yên Tirk ên li ser gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi berpirsyariya xwe rabe.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê her wiha bang li DYE'yê û Koalîsyona Navnetewî jî kir ku bi rista xwe rabin, bi çarçoweya lihevkirinê ya têkilî herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ku di navbeyna DYE û dewleta Tirk de pêk hatibû, êrîşên Tirk asteng bikin.