Qetlîamên dewleta Tirk a li ser jinan protesto kirin

Jinên ku li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, qetlîama dewleta Tirk a li gundê Helîncê yê Kobanê ku 3 jin şehîd bûn protesto kirin.

MINBIC

Di çalakiya li Minbicê de li ser navê Meclîsa Jinan a Minbicê Berdevka meclîsê Îbtîsam Abdulkerîm daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku jinên ku li dijî zilmê li ber xwedidin destkeftiyên mezin bi dest dixin. Heta diyarkirin ji ber ku dewleta Tirk dixwaze destkeftiyan tine bike êrîşan dike.

HELEB

Borya Jinana MSD’ê ya Helebê jî êrîşên dewleta Tirk bi daxuyaniyeke ya tevlbûna nûnerên partî û saziyan protesto kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk di serî de li dijî jinan û hevparên wê sûc dike û divê dawî li van êrîşan bên anîn.

KOBANÊ

Li Kobanê jî jinên daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medya, Mexmûr û Şengalê protesto kirin. Hevserokên Rêveberiya Xweser, nûnerên partî û saziyan jî tevlî çalakiyan bûn. Endamê Koordînasyona Herêma Firatê Rewşen Hecim a di çalakiyê de axivî, diyar kir ku di serî de divê Kurdên Bakur hemû Kurdên li cîhanê li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

REQA

Endama Rêveberiya Rêxistina Civaka Sivîl a Reqa Zuhher hesen daxuyanî da û got: “Em êrîşa dewleta Tirk a li gundê Helîncê ya Kobanê ku 3 jin şehîd bûn şermezar dikin.”