Ebdî: Polîtîkaya komkujiyê ya dewleta Tirk dewam dike

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî peymanên 17'ê Cotmehê û 22'ê Cotmehê binpê dike. Ebdî bal kişand ser êrişa li Kobanê û got, "Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya komkujiyê didomîne."

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û got, "Tirkiye hîn jî hiqûqa navneteweyî û peymanên 17'ê Cotmehê û 22'ê Cotmehê binpê dike, ku ew peyman bi piştgiriya Alîkarê Serokê DYE'yê Mîke Pence û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hatin amadekirin û şertên ji bo rawestandin êrişên dewlet Tirk ên li ser herêma me destnîşan dikir."

'WEZÎFEYA DYE Û RÛSYAYÊ...'

Ebdî destnîşan kir ku rawestandina polîtîkayên paqijiya etnîkî û binpêkirinên Tirkiyeyê, di çarçoveya peymanên Cotmehê û hiqûqa navneteweyî de wezîfe û berpirsyariya Amerîka û Rûsya ye.

'DEWLETA TIRK KOMKUJIYAN DIDOMÎNE'

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bal kişand ser komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Helincê yê Kobanê kir û got, "Beriya salvegera pêncan a komkujiya sala 2015'an ku 271 jin, zarok, extiyar hatin kuştin, sûîqesta li dijî aktîvîstên jin, êrişa li ser sivîlên li gundê Helincê û Kobanê dewama olîtîkaya komkujiyên li dijî Kurdan e."