Dewleta Tirk dîsa zeviyên çandiniyê şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundek ê Til Temîrê barand û şewat li zeviyên çandiniyê derket.

Li gorî agahiyên hatîn bidestxistin, li gorî seata herêmê di seat 15:10’an de, dewleta Tirk a dagirker gundê Um El-Keyf topbaran kir. Di êrîşê de zeviyên çandî yên çandiniyê şewitîn. Gundê Um El-Keyf hertim dibe hedefa êrîşan.

Bi taybetî dewleta Tirk ji destpêka meha Gulanê û pêve zeviyên çandiniyê yên çavkaniyên bingehîn yên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê raste rast dikin armanc û sûcên şer dikin.

Li gorî rêjeyên Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Girê Spî, li Eyn Îsa yê 62 hezar donim, li gundên Rojavayê Girê Spî 2 hezar û 500 donim, li gundê Silûk jî 600 donim zeviyên çandî hatin şewitandin. 200 darên zeytûnan û 700 metre xortum jî hate şewitandin.

Li gundê Bexdik a Girê Spî ya ku Kurd û Ereb lê dijîn jî 150 donim zeviyêb çandî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû şewitandin.