Dewleta Tirk Eyn Îsa bomberdûman kir

Dewleta Tirk a dagirker qadeke li ser rêya M4 a li rojavayê Eyn Îsayê bomberdûman kir.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin dewleta Tirk saet di 12.20’an de derdora Tesîsa Bêhnvedanê ya Saqîr a li ser rêya M4 a li rojavayê Eyn Îsayê bi topan bomberdûman kiriye.

Dewleta dagirker her roj axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bomberdûman dike.Di 24’ê Hezîranê de jî gundên Til Leben û Gozeliyê yên Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bomberdûmankirin. Dagirkeran di heman rojê de jî zeviyên li gundê Um el Keyf a Til Temirê şewitandibûn. Di 24’ê Hezîranê de jî gelek gundên Efrîn û Şehbayê hatibûn bomberdûmankirin.