Xelkê Girê Spî li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide

Xelkê Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, li dijî çete û dewleta Tirk a genimên li bajar direvînin Tirkiyeyê çalakiyên xwe didomînin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê , sivîlên li Girê Spî li ser sînorê Tirkiyeyê xîtabî dewleta Tirk û çeteyên wê dirûşmên ‘Diz’ qîr dikin.

Welatiyên Girê Spî ji duh û vir ve ji ber sepandina lîreyê Tirkiye, krîzên aborî û revandina dexl û danên wan ên ji bo Tirkiyeyê protesto dikin.

Çavknaiyên xwecihî anî ziman ku di çalakiyên gel ên dom dikin de daxwaz tê kirin ku meckîsên herêmî yên dagirkeran avakirine bên rakirin û dagirker ji xakên wan derkevin.