Li Bakur û Rojhilatê Sûriye bi deh hezaran kes li dijî dewleta Tirk meşiyan-NÛ BÛ

Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî qetilkirina sê jinên Kurd daketin qadan.

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê daketin qadan û êrişa balafira keşfê ya dewleta Tirk a li ser mala welatiya bi navê Emîna Weysî ya li gundê Helincê yê başûr rojhilatê bajarê Kobanê ku di encama wê de 3 jin şehîd bûn, şermezar kir.

Şêniyên bajêr li Qada Jina Azad a bajêr kom bû. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê kurd û jinên azadîxwaz pêk tîne, hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Egîd veguherî mêtîngê. Di mîtîngê de bi navê Tevgera Jinan a herêma Firatê Rewşen Haçim axivî û êrişa dawîn li dijî jinan ku beriya salvegera komkujiya 25`ê Hezîrana 2015`an ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat û di encama wê de 233 sivîl şehîd bûn, şermezar kir.

Rewşen Haçim di axaftina xwe de wiha got: "Bi hatina salvegera komkujiya Kobanê re, dewleta Tirk a dagirker tekez dike ku şîrîka komkujiya ku ji aliyê DAÎŞ`ê ve pêk hate ye û careke din malên sivîlên li gundê Helincê bombebaran kir."

Her wiha Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn jî diyar kir ku careke din dagirkeran malên sivîlan kir hedef û kesên têde şehîd xist.

Mihemed Şahîn wiha domand: "Êrişên bi vî awayî hemû lihevkirinên navnetewî ku di navbera Rêveberiya Xweser û aliyên navnetewî weke DYA û Rûsyayê, binpê dike."

Paşê endama Meclîsa Giştî ya PYD`ê ya herêma Firatê Eyşe Efendî bi navê malbatên şehîdan ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi rêya sûcên li dijî gelê me pêk tîne dixwaze nasnameya çanda kurdî tine bike û qir bike."

Eyşe Efendî bi navê dayik û malbatên şehîdan sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re re xwest.

Eyşe di dawiyê de wiha got: "Em weke dayikên şehîdan bang li civaka navnetewî û di serî de Emerîka û Rûsya dikin ku helwestên xwe der barê êrişên dewleta Tirk li dijî gelê me ji dayikên şehîdan re eşkere bikin."

KONGREYA STAR: EM Ê TÊKOŞÎNA JINAN GEŞTIR BIKIN

Kongreya Starê jî bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina jinên Kurd şermezar kir. Di daxuyaniya Kongra Starê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li hemberî xeta azadiya jinan sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst zêde bûne. Di şeva 23’yê Hezîranê de Zehra Berkel endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê ȗ yadê Emîna Weys ȗ hevala me Bedîa Mele Xelîl, li gundê Helincê yê girêdayî bajarê Kobanê di encama êrişeke balafireke keșfê ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûne. Her wiha li bajarê Besre yê girêdayî Dêrezorê êrişeke hovane li ser Mala Jinan hate kirin. Di vê êrişê de hemû hevkarên dewleta Tirk jî berpirsiyar in. Di qetilkirina hevrêyên me de hêzên Koalîsyona Navdewletî ȗ dewleta Rȗsya berpirsyar in. Em hesab ji wan dixwazin ȗ dibêjin divê van êrișên hovane yên dewleta Tirk bidin sekinandin nebin hevkarên qetlîama jinên Kurd ȗ gelê Kurd.

Em van êrişên hovane careke din bi tundî şermezar dikin. Em soza tekoşîna hevrê Zehra û Hebûn ȗ yadê Emîne didin û ta ku zîhniyeta qirker û faşîst ji holê rabe, em ê li ber xwe bidin ȗ ev êriș biryar ȗ lêgerîna me ya azadiyê bi hêz dike ȗ her șehîd birêxistinbȗn ȗ têkoșîna me geș dike.

Em ê bi pêșengiya şehîd Zehra, Bedîa ȗ yadê Emîne azadiya jinan ȗ gelan mîsoger bikin.”

TIL HEMÎS

Jinên navçeya Til Hemîsê li pêş Navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Endama rêveber a Kongreya Star Coza Hasod daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Îro dewleta Tirk a faşîst bajarê şehîdan, bajarê berxwedêr ê Kobanê hedef digire ku rastî gelek êrişên DAÎŞ’ê hat. Îro jî Erdogan rêwîtiya sûcên DAÎŞ’ê bi hedefgirtina gundê Helîncê û şehîdkirina hevrê Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysî temam dike. Erdogan û DAÎŞ heman rû ne, nûnertiya teror, kuştin, girtin û koçberiyê dikin.

Em bang li jinên tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê giştî û tevahî cîhanê dikin ku li hember dewleta Tirk serî hildin. Her wiha bang li NY’yê, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên mirovî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî li hember van sûcan rabin."

TIL BIRAK

Jinên navçeya Til Birakê bi rêya daxuyaniya ku endama rêveber a Kongreya Star Henan Silêman xwendiye, êrişa Tirkiyê li ser bajarê Kobanê şermezar kir. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişa faşîst li dijî Kobanê ku şeva 23’yê Hezîranê saet di 19:30’an  de gundê Helîncê yê rojhilatê Kobanê kiriye armanc, şermezar dikin.

Jinên Til Birak piştrast kir ku wê li ser rêça şehîdan bin û bang li civaka navneteweyî di serî de NY’yê, rêxistinên têkildarî mafên jinan û mirovahî kir ku sûcdarên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tînin, muhasebe bikin.

TIRBESPIYÊ

Endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Xaliya Eyob li pêş navendê daxuyanî xwend, tê de hat diyarkirin ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire.

Xaliya bi navê jinên Tibespiyê bang li civaka navneteweyî kir ku pêwîst e bi lez tev bigerin ku komkujî û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jinan pêk tîne, rawestînin.

Jinên navçeya Tirbespiyê piştrast kir ku hedefa Erdogan şikandina vîna jinên azad dixwaze, her wiha diyar kir ku di têkoşîna demokratîk de berdewam in û wê li hember faşîzmê bilind bikin.

DÊRIK

Bi dehan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl li Qada Şehîdan a naverasta sûka navendî ya bajêr tevî alên Kongreya Star kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin.

Endama rêveber a Kongreya Star Wesfa Murad daxuyanî xwend û wiha hate gotin: "Di kesayeta şehîdên Zehra, Hebûn û Emînayê de tevahî şehîdên azadî bi bîr tînin û soza şopandina rêça wan û sekna li hember faşîzma Tirk ku jinan dike hedef, didin.

Her wiha bang li tevahî dewlet û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û sivîlan hedef digire, tev bigerin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û bi banga bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.

HESEKÊ

Li Hesekê Ciwanên TEV-DEM’ê li navenda xwe ya taxa Til Hecer û bi beşdariya bi dehan endamên wê, daxuyanî da.

Endama Ciwanên TEV-DEM’ê Cand Xelef daxuyanî xwend.

Canda Xelef wiha got: "Em Ciwanên TEV-DEM’ê yên Hesekê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên 23’yê Hezîranê li dijî gundê Helincê yê Kobanê ku di encamê de 3 jin şehîd bûn, şermezar dikin.”

TEBQA

Rêveberiya Jin û Koordînasyona Jin a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û Akademiya Jin a Tebqayê rêzeçalakiyên protestoyî lidar xistin û êriş şermezar kirin.

Jinan di daxuyaniyan de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin, sûcên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li raya giştî û civaka navdewletî kirin ku mudexele bikin û sûcên Tirkiyê rawestînin. Her wiha banga darizandina Tirkiyê kirin.

Meşek ji ber avahiya Rêveberiya Xweser a taxa Duyemîn li bajarê Tebqayê bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê destpê kir.

Jinan pankartên ku sûcên artêşa Tirk a dagirker, bêdengiya navdewletî şermezar dikin û berxwedana gelan û jinê silav dikin hildan. Her wina sloganên nerazîbûnê li dijî hovîtiya Tirkiyê berz kirin.

Meş li ber Akademiya Civaka Demokratîk a li taxa Yekemîn rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Foza Mihemed axivî. Foza, sûc û komkujiyên hovane û dermirovî yên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê şermezar kir.

Her wiha Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hind El-Elî axivî û girîngiya hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrîşên Tirkiyê destnîşan kir.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan û berxwedanê re bidawî bû.

Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bi dawî bûn.