Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros bi merasîmekê veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Samî Abulrehman (Zagros Hesekê) bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê bi tevlîbûna dehan kesî hate veşartin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Samî Abulrehman (Zagros Hesekê) ê di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bûbû û di 21'ê Hezîranê şehîd bû bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Zagros ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan girtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan pêk dihat, ber bi Goristana Şehîd Diwar a li gundê Dawidiyê yê yê dikeve bakurê bajêr ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyk rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên QSD û YPJ'ê û gel ve destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Hisên û fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di axaftinan de hate gotin ku şehîd Zagros 58 rojan li herêma Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û birîndar bû, tevî birîna xwe xeta têkoşînê dewam kir û erka ku diket ser milê wî bi cih dianî.

Axaftvanan anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê berdewam in, li bermaberî wî gel bi vîn û îsareke xurt parastinê dike.

Piştî axaftinan endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava durşmeyên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan de veşartin.