Hevdîtina di navbera DEM Partî û Wezîrê Edaletê de destpê kir
Hevdîtina Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî li Wezareta Edaletê bi wezîr Yilmaz Tunç re destpê kir.
Hevdîtina Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî li Wezareta Edaletê bi wezîr Yilmaz Tunç re destpê kir.
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî di şandeya DEM Partiyê de cih girt.
Tê payin ku di hevdîtinê de li ser rewşa girtiyên nexweş, Lijneya Îdare û Çavdêriyê û biryarên dide û sererastkirinên di qanûnan de yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bên nîqaşkirin.