Nasnameya kesa 3'emîn a li Helîncê şehîd bû -HAT NÛKIRIN I

Hate ragihandin ku kesa sêyemîn a ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker li gundê Helîncê yê Kobanê şehîd bû, Hebûn Mele Xelîl e.

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker (SÎHA) doh bombe li gundê Helîncê yê Kobanê barandibûn. Li gorî agahiyan kesa sêyemîn a ji ber êrişê şehîd bû Hebûn Mele Xelîl e.

Xelîl ku ji gundê Pêndir ê Kobanê bû, bi nexweşiya kanserê bû.

Cenazeyên endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Emîne Veysî û endama Kongreya Star a Herêma Firatê Hebûn Mele Xelîl wê sibe saet di 17:00 de bi merasîmekê bên veşartin.