Zehra Berkel a ku li dû xwe têkoşîneke mezin hişt

Dewleta Tirk a dagirker roja Sêşemê li Kobanê sê jinên Kurd qetil kiribû. Zehra Berkel û Emîne Weysî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li dû xwe têkoşîneke xurt hiştin.

Di 23’ê Hezîranê de SÎHA’yên dewleta Tirk li gundê Hêlincê yê Kobanê sê jinên Kurd ên çalakger qetil kir.

Endamên Koordînasyona Herêma Firatê ya Kongreya Starê Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî şehîd bûn.

ZEHRA BERKEL

ANHA’yê qala têkoşîna her du jinan kir. Li gorî vê Zehra Berkel (33) li Kobanê hatiye dinê, Fakulteya Hiqûqê li bajarê Helebê xwendiye û ji malbateke welatparêz e.

Di destpêka sala 2013’an de bi hedefa pêkanîna azadiya her jinekê tev li Mala Jinan bû, piştre di Heyva Sor a Kurd de xebitî. Piştî wê çû Dîwana Meclîsa Gel a Kobanê, li wir demekê ma, dûre bû hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê.

Piştî xebata li şaredariyan, bû hevseroka Desteya Edaletê ya Kobanê.

Di pey wê re, Zehra ji bo endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê sala 2018’an hat xelatkirin, di oxira azadî û dîtina çareyan ji pirsgirêkan re kedeke mezin da û jin bi rêxistin kirin.

Piştî salên ji têkoşînê, duh di encama hedefgirtina firokeya bêpîlot a artêşa Tirk a dagirker li ser maleke li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê de Zehra Berkel şehîd bû

EMÎNE WEYSÎ

Şehîda sivîl Emîne Weysî (1965) ji gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê ye û dayika 5 zarokan e.

Emîne Weysî bi kesayeta xwe ya welatparêz dihat nasîn, tev li tevahî çalakiyên jinan dibû, tevahî enerjiya xwe dabû doza Kurdan û bidestxistina mafên jinan.