Li El Raî teqîn, li Til Temirê êrişa bi topan

Li El Raî ku li nêzî sînorê Tirkiyeyê ye, teqemenî bi wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk a dagirker ve teqiya. Li Til Temirê jî dagirkeran bi topan êriş birin ser gundekî.

Li gorî aganiyan, li El Raî, teqemenî bi wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya dewleta Tirk ve teqiya. Tê gotin ku ji ber teqînê mirî û birîndar ji artêşa Tirk a dagirker hene. Têkildarî teqînê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Li aliyê din, dewleta Tirk a dagirker bi topan êriş bir ser gundê Tweîlê yê li başûrê Til Temirê. Hate ragihandin ku êriş ji aliyê dagirkerên li gundên Erebeîn û Leylanê hatiye kirin.