Jinên li Girê Spî: Dewleta Tirk dagirker û diz e

Ji bo dewleta Tirk li Sûriyeyê demsala talanê dest pê kir. Li Girê Spî dewleta Tirk bi tonan genimê gel dizî. Jinên ku genimê wan hatiye dizîn meşiyan ser sînor.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bakurê Sûriyeyê li bajarên ku dagir kiriye, talan û diziyê didomîne.

Bi dema bênderan re dewleta Tirk a dagirker genim û cehê gel talan dike û didize.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî ya ku hatiye dagirkirin dest daniye ser genim û cehê gel û bi kamyonan ev genim û ceh şand şandin Tirkiyeyê.

Gelê Girê Spî jî li navenda Girê Spî, li ber deriyê sînor û li Silûkê daketin qadan, dewleta Tirk û çeteyên wê protesto kir.

Gelek jinên ku zadên wan hatine dizîn daketin kolanan û dema ku kamyon derbas bû, qîriyan ‘Kedxwarino’ û ‘Xayîno.’

Çalakgeran talana dewleta Tirk bi telefonên destan qeyd kirin û li ser medyaya civakî par ve kir.

Hate diyarkirin ku ev zadên hatine talankirin birine TMO’ya Akçakaleyê.

Endamê Koordînasyona Kantona Girê Spî Brahîm Cûma ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştî dagirkeriyê dewleta Tirk dest daniye ser zadê gel û gel di warê aborî de di rewşeke xerab de ye.

Brahîm Cûma got ku “Li bajêr birçîbûneke mezin heye. Berê nanê rabita (8 nan) bi 200 lîrayê Sûriyeyê bû lê a niha bûye 400 lîra. Bi ser de ji ber ku li bajêr bikaranîna lîrayê Tirk tê ferzkirin, rewşa gel a aboriyê xerabtir bûye.

Brahîm Cûma diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berê jî li Girê Spî bi hezaran ton genim diziye û niha jî keda gel didize.