Li Girê Spî û Silûkê ferzkirina lîrayê Tirk hate protestokirin

Li Girê Spî ya ku dewleta Tirk dagir kiribû, gel ferzkirina bikaranîna pereyê Tirk protesto kir.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin dewleta Tirk a dagirker wekî li qadên din ên dagirkirî, li ser gel bikaranîna pereyê Tirk ferz dike.

Şêniyan bertek nîşanî ferzkirina bikaranîna pereyê Tirk dan û çalakiyeke protestoyê li dar xistin.

Piştî demeke kurt li navçeya Silûkê jî gel li ber dagirkeran rabû û çalakiya protestoyî kir.