Dewleta Tirk gelek çeteyên DAÎŞ'ê jî şand Lîbyayê

Çeteyekî ku ji Serêkaniyê reviya û teslîmî QSD'ê bû diyar kir, dewleta Tirk gelek çeteyên DAÎŞ'ê jî şandiye Lîbyayê.

Aras Hac Alî ji gundê Cewzat ê Dirbêsiyê ye. Cotmeha sala 2018'an tevî hevalekî xwe çû herêma Babê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Aras Hac Alî ji leşkeriya li herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk reviya û hewl da biçe Tirkiyeyê, lê kete destê çeteyan. Destpêkê tevlî Lîwa Nûredîn a ser bi Tumena Hamzat hate kirin, piştre jî li Serêkaniyê ya dagirkirî di nava çeteyên Sûltan Mûrat de hate bicihkirin. Dema ku firsend bi destê wî ket, bi alîkariya malbata xwe ji SerêkaniYê reviya û di 27'ê Nîsana 2020'an de teslîmî QSD'ê bû. Aras Hac Alî qala rewşa li Bab û Serêkaniyê yên dagirkirî kir.

Aras Hac Alî ku beriya êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî amadekariyên dewleta Tirk û çeteyên wê dît, wiha got, "Beriya dagirkeriyê amadekarî kirin. Hêzên xwe şandin perwerdeyê. Min jî li gel xwe dihiştin. Wê demê gotin ku leşkerên wan kêm bûne û xwest ku ez jî tevlî wan bibim. Ez li nuqteya kontrolê ya rê wezîfedar kirin. Amadekariyên wan temam bûn. Fermandarên Tûgayê hêzên xwe kom kir. Bi me re jî civînek kirin. Gotin, 'Tirkiye pereyekî kêm dide, lê xeman nexun her tişt serbest e. Destê me yê me ye, we çi dît ji xwe re bibin. Tiştekî nehêlin, efû nekin'."

DERÎ Û PACE JÎ DIZÎN

Aras Hac Alî 15'ê Çileya 2019'an bi daxwaza xwe weke endamekî çeteya Firqa Hamzat ji Babê derbasî Serêkaniya dagirkirî dibe. Li viri hefteyekê di bin sîwana Lîwa Nûreddîn a Hamzat de wezîfe kir û piştre ji gel wan veqetiya. Tevlî çeteya Sûltan Mûrat bû ya li nava bajêr. Aras Hac Alî diyar kir ku talan û diziya ku weke xenîmetê pêşkêşî wan hate kirin, li Serêkaniyê bi çavên xwe dît û got, "Min her tişt nedît, lê belê tiştên ku min dît jî gelekî nebaş bûn. Şêniyên Serêkaniyê ji ber ku ji çeteyan ditirsiyan, koçî Hesekê kiribûn. Lê belê çeteyan her tiştên li malên wan dizîbûn. Derî û pace jî dizî bûn."

BI TAYBETÎ ÊRIŞÎ KURDAN DIKIRIN

Aras Hac Alî bal kişand ser zexta giran a li ser malbatên li Serêkaniyê û destnîşan kir ku bi taybetî zexteke giran li malbatên Kurd kirin. Aras Hac Alî got, "Li wir tiştên jina jî ji wan dihatin standin. Bi taybetî 7-8 malbatên Kurd, extiyar mabûn. Zexteke giran li wan dikirin. Malek tê bîra min, Jenatora wan, her tiştên wan ji wan standin. Ji ber ku ez jî Kurd im car carna di navbera min û çeteyên din de alozî dibû. Ji ber ku carna digotin 'Em ji bo şerê Kurdan bikin hatine'. Dema ku hinek ji Hesekê vedigeriyan Serêkaniyê ew digirtin û li wan dixistin. Digotin ku pêwendiya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser a Demokratîk re heye û di berdêla pereyan de ew berdidan."

JI BO FÎDYEYÊ BI HEV DIKETIN

Aras Hac Alî diyar kir ku çete carna ji bo fîdyeyê mirov direvandin, li dijî hev teqîn dikirin, li ser malan şer dikirin û got, "Di mijara diziyê de hemû weke hev in. Hemû koman dizî dikirin. Ji xwe dest danîn ser malên her kesên ji Serêkaniyê derketin û firotin hinekî din. Dema ku xwediyê malê vedigeriya jî bi berdêla pere xaniyê wan difirotin wan. Yanî li Serêkaniyê ne jiyan ne jî aramî mabû."

ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê JÎ ŞANDIN LÎBYAYÊ

Aras Hac Alî anî ziman ku di nava Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) a dewleta Tirk de çeteyên DAÎŞ'ê jî hene û got, "Herî kêm yek ji sê parên wan DAÎŞ'î bûn. Min bi du ji wan sohbet kir, li çîroka wan guhdarî kir. Min yek ji wan hefteyek beriya ji Babê bêm Serêkaniyê nas kir. Navê wî Alaaddîn Ahmed Keroo bû. Wî bi xwe ji bi min re got ku ew DAÎŞ'î ye. Li Reqayê emîr bû. Piştre derbasî herêma OSo bû û ji aliyê Ahrar El Şarqiye ve hate girtin. Di berdêla pere de tevlî koma Mûhammed Şîblî, tevlî Hamzat bû. Dema ez li Serêkaniyê bûm ew jî çû Lîbyayê û li wir hate kuştin.

Yek jî li Babê li nêzî nuqteya me ya kontrolê di nava koma Sîqûr Şîmal de bû. Huseyîn Mûhammed ê ji Hamayê bû. Piştre hewl da bireve û hate girtin. Tirk bi van hemûyan zanin. Mîna Alaaddîn Ahmed Keroo gelek çeteyên DAÎŞ'ê di nava komên OSO de ber bi Lîbyayê ve hatin şandin û hatin kuştin."

JI SERÊKANIYÊ 300 KES ÇÛN

Aras Hac Alî ragihand, dema ku li herêmên dagirkirî tiştekî bê talankirin û dizîn nema, bi daxwaza dewleta Tirk bi berdêla 2 hezar dolarî çete çûn Lîbyayê û got, "Di 27'ê Nîsana 2020'an de ez ji Serêkaniyê reviyam û teslîmî QSD'ê bûm. Di wê demê de ku bi qasî ku min dît nêzî 300 kes ji Serêkaniyê çûn Lîbyayê. Dema ku li Serêkaniyê bûm min bihîst ku ji aliyê herêma Babê nêzî 4-5 hezar kes çûn Lîbyayê. Bi yên li wir re diaxivîn. Diçûn xwe qeyd dikirin û diçûn, lê belê piraniya wan li Lîbyayê hatin kuştin. Nêzî 7 hezar dolar didan fermandarên diçûn Lîbyayê. Ji şervanên ji rêzê re pereyekî kêm didan. Li Serêkaniyê komek ji tûgaya me çû. Yek jê birayê hevalekî min bû. Navê wî Ahmet Brahîm Mûhammd bû. Demeke kurt piştî ku çû li balafirgeheke li wir hate kuştin. Cenazeyê wî şandin Serêkaniyê. Ew bi xwe jî ji Serêkaniyê bû. Bi vî rengî piraniya yên çûn Lîbyayê hatin kuştin."