Dagirkeran êriş birin ser Eyn Îsa û Şehbayê: Kesek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên herêma Şehba û Eyn Îsa barandin. Li Eyn Îsa gundiyek birîndar bû.

Dewleta Tirk êrişên li dijî qadên sivîlan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî didomîne.

Bi giranî êrişî herêmên Eyn Îsa, Şehba, Zîrgan û Til Temîr dike.

Roja Yekşemê li gorî dema herêmê saet di 11:40'î de bombe gundê Mîelek ê rojavayê Eyn Îsa barandin. Di êrişê de gundiyê bi navê Fadî Xelawî birîndar bû.

Li gorî dema herêmê saet di 09:20'î de bombe li gundê Um Hoş ê Kantona Şehbayê barandin. Her wiha herî kêm 7 obus li gund ketin.