BI DÎMEN

Li Marsilya û Strasbourgê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Marsilya yê Fransayê ji navên sembol ên PKK’ê Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) û fermandar Şehîd Delîl Temel (Hatîp Arituk) ê di 2021’an de şehîd bû, hatin bibîranîn. Li Strasbourgê jî Şehîd Zîlan hate bibîranîn.

Çalakiya bîranînê ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan hate lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana Şehîd Zîlan û Delîl Temel hate pêşandan.

Her wiha ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve nameya Şehîd Zîlan hate xwendin. Di daxuyaniya li ser navê malbatên şehîdan a li Marsilyayê de jî wiha hate gotin: “Divê her Kurdek li hemberî jiyana bi rûmet ku diyariya şehîdan e, helwestekî bi rûmet a layiqê vê rûmetê raber bike.”

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

STRASBOURG

 Li bajarê Strasbourg ê Fransayê jî Şehîd Zîlan bi çalakiyekî hate bibîranîn. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate organîzekirin, di saet 13:00’an e bi beşdariya zêde ya gel re destpê kir.

Çalakî ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistan û şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan hate pêşandan.

Bîranîn bi nirxandin û axaftinên siyasî ya derbarê wateya ruhê fedayî ku Şehîd Zîlan di xeta azadiya jinê de afirandiye de dewam kir û piştî axaftinan bi dawî bû.