ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hevpeymana Civakî dikare bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê
Hevserokê Buroya Têkiliyên bi Gel re ya PYD'ê Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî di wê astê de ye ku paşerojê bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê û got, "Nabe ku êdî Sûriyeyê tenê bibe Komara Ereb a Sûriyeyê." -
Şêniyên Amûdê li ber êrîşan û bêdengiya civaka navneteweyî rabûn
Şêniyên Amûdê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin û hem êriş hem jî bêdengiya hêz û civaka navneteweyî şermezar kirin. -
Gundên Şehbayê tên bombebarankirin
Artêşa Tirk a dagirker danê êvarê bi çekên giran gundên Kantona Şehba bombebaran kir. -
Li Kobanê sê bendên kontrolê hatin bombebarankirin
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 3 bendên din ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê bombebaran kirin. -
Li Kobanê û Amûdê noqteyên kontrolê hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker bajarê Kobanê û Amûdê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. -
Bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
Dagirkeran êrîşî bendenên kontrolê kirin
Dewleta Tirk a dagirker bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li têketina rojhilatê Kobanê û bendeke din a li têketina rojavayê Kobanê li ser rêya Cerablusê bombebaran kir. -
Li Girkê Legê embarên genim hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker derdora embarên genim ên navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê bombebaran kir. -
Şehîdên Qamişloyê ji aliyê bi hezaran kesan ve hatin veşartin
Ji bo welatiyên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Qamişlo şehîd bûbûn, merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
Artêşa Tirk bombe li Qamişloyê barand
Artêşa Tirk a dagirker car din bombe li bajarê Qamişlo yê Rojava barand. -
Rêveberiya Xweser bîlançoya êrîşan eşkere kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di 40 êrîşên dewleta Tirk de yên doh hatin kirin 8 kes şehîd bûn, 18 kes jî birîndar bûn. -
YPJ: Yên ku dixwazin welatê me bikin mîna dojehê, wê di nava vî agirî de bişewitin!
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker da û got, "Bila cîhan tev zanibe, yên ku hewl didin welatê me bikin mîna dojehê wê di nava wî agirê dojehê de bişewitin." -
Şêniyên Kobanê: Dewleta Tirk li bin ketiye, rêya me rêya serketinê ye
Şêniyên Kantona Firatê diyar kirin ku dewleta Tirk bi bin ketiye, lewma êrîşî herêmên wan dike û destnîşan kirin ku dewleta Tirk çiqas êrîşî wan bike jî ew ê bi ser bikevin. -
Xelkê Qamişloyê şehîdên xwe dispêre axê
Xelkê Qamişloyê bi merasîmeke girseyî şehîdên xwe dispêre axê. -
Sazî û tevgerên çand û hunerê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Sazî û tevgerîn çand û hunerê yên herêma Cizîrê, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin. -
Derabeyên dikanên Qamişloyê ji bo bîranîna şehîdan nehatin vekirin
Sûka Qamişloyê ji bo bîranîna 8 kesên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, nehate vekirin. Ji bo 8 şehîdan wê îro merasîmek bê lidarxistin. -
QSD: Divê her kes li dijî êrîşan axa xwe û şoreşa xwe biparêze
QSD’ê bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker axa xwe û şoreşa xwe biparêzin. -
Welatiyên li Qamişlo şehîd bûne dê sibe bi merasîmekê bên veşartin
Cenazeyê 8 şehîdên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker ya li ser Qamişloyê de şehîd bibûn, wê sibe bi merasîmeke bi heybet werin veşartin. -
Li Qamişlo welatiyekî din jî şehîd bû
Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Qamişlo de 8 welatî şehîd bûn. -
Navê 7 welatiyên ku di êrîşan de şehîd bûne hatin eşkerekirin
Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, navên kesên ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser Kantona Qamişlo de şehîd bûne, eşkere kir. -
Hejmara şehîdên li Qamişloyê derket 7’an, êrîş dewam dikin
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de jina ciwan a bi navê Aya El Sebawî jî şehîd bû. Hejmara şehîdên li Qamişloyê derket 7’an. -
Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên qirkirinê banga parastina rewa kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker xelkê herêmê û destkeftiyên wan biparêzin û bang li her kesî kir ku bi parastina rewa xwe biparêzin. -
Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê ji bo bîranîna 6 şehîdan meşiyan
Bi sedan ciwanên şoreşger û jinên ciwan ên Kantona Firatê, ji bo bîranîna 6 ciwanên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, meşek li dar xistin. -
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Şênî û pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin. -
Rûken Ehmed: Divê refên berxwedanê bên xurtkirin
Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê dan û got: “Divê em di berxwedanê de israr bikin û xwedî li azadî û xaka xwe derbikevin.”