Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê ji bo bîranîna 6 şehîdan meşiyan

Bi sedan ciwanên şoreşger û jinên ciwan ên Kantona Firatê, ji bo bîranîna 6 ciwanên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, meşek li dar xistin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinê Ciwan, bi sedan ciwanên Kantona Firatê ji bo bîranîna endamên Yekîtiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojîn Ehmed Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger Welîd Ehmed Menal, Mûrhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm ku beriya du salan di êrîşa hewayî a dewleta Tirk a dagirker li dijî navenda wan şehîd bûbûn, meşiyan.

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de êrîşî ser Kobanê dikin jî ciwanan bi moraleke û coşeke mezin meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmên tolhildana şehîdan berz kirin. Meş ku ji cihê bûyerê dest pê kir, heta Qada Aştiyê berdewam kir.

Piştî ku meş gihîşt Qada Aştî ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê Ronahî Mihemed axivî û got, "Em wek jinên ciwan û ciwanên şoreşger me dixwest li goristana Şehîd Dicle hevalên xwe bi bîr bînin. Lê ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê me berê xwe da Qada Aştiyê. Dewleta Tirk hemû cihê xizmet û binesaziyên herêmê kirin hedefa xwe û bi hemû hêzên xwe êrîş dike. Ji bo me tune bike û me qir bike û ji holê rake, hemû awayî êrîş dike. Lê bila baş bizanibe ku em jin, ciwan û gel, weke ku Rêber Apo dibêje em ê tenê berxwedaniyê bikin.”

Piştî axaftinê, ciwanan bi berzkirina dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.